C. V. Raman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
C. V. Raman

Bharat Ratna Sir C. V. Raman (Chandrasekhara Venkata Raman, tamîlî: சந்திரசேகர வெங்கடராமன்; * 7ê çiriya paşîn 1888 li Trichinopoly; m. 21ê çiriya paşîn 1970 li Bangalore) fizîknasekî navdar ê Hindistanî bû. Sala 1930î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wî jî akademîsyen bû. Di dema perwerdeya xwe ya zanîngehê de di wezareta aborî ya Hindistanê de dixebite. Li laboratûarên fermî yên li Kolkatayê derfeta lêkolînan dîbîne. Sala 1917î dest bi dersên fîzîkê li zanîngehê dike. Sala 1933î dibe profesor û dest bi xebatê li Enstîtuya Zanistî ya Bangaloreyê dike.

Sala 1926î kovareke fîzîkî dertîne û birêvebiriya wê dike. Biraziyek wî Subramanyan Chandrasekhar jî di sala 1983î de heman xelatî digire.

Xebat û girîngiya Raman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser cîhana tîrêjan lêkolînên zîrekî kiriye. Bi navê Erka Raman prînsîbekî wî heye. Dîsa bi navê Ramanspektroskopî rêbazeke lêkolînên molekûl û fîzîka parçeyan çêkiriye. Ev rêbaz ji bo binavkirin û kategorîzekirina materyalan gelek bikêr e. Wî ji bo xebatên li ser dîfûzyona tîrêjan Xelata Nobel wergirtiye. Sala 1954î nîşana Bharat Ratna wergirtiye.