Charles Bukowski

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bukowski di sala 1988 de

Charles Bukowski (16ê tebaxa 1920an9ê adara 1994an), helbestvanekî amerîkî ku navê wî yê esil Heinrich Karl Bukowski ye. Di berhemên xwe de carinan navê Henry Chinaski jî bikaranî ye. Jiyana xwe bi granî li Los Angelesê ya ku bajarekî Kalîforniya ya DYAyê ye derbas kiriye.

Ew, di berhemên xwe de bi granî bi cî dayîna merevên dervî civakê, depresyon û araqxwurîyê navdar e. Ew bixwe jî jiyanek wuha jiya ye.

Hindî, ji çêlek, ga û golikan ra, rêz û hurmet dêdidin, ez jî baweriya wan ra, lê eger gayên wan min bide ber siroyên xwe, hingî nek ez rêzê jê nagirim belke ezê siroyên wan jî biškînim.

Charles Bokowski

Helbestek ji Bukowski[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji gelek xortan re şîretên dostanî

Here Tîbet'ê
Li devê swar be
încîlê bixwîne
boyaxa hêşîn li solên xwe xe
riyê berde
bi kanoyek ji kaxiz li dunyê bigere
bibe aboneyê the saturday evening post'ê
di cûtinê de tenê kêleka devê xwe ya çep bikarbîne
bi keçek yek ling re bizewice
bi dûzanek ko xwe kurr bike
li milê jinekê navê xwe bikole
dranên xwe bi benzînê firçe bike
heyta êvara razê û bi şev jî bi daran ve rapeliqe
bibe keşe
bi vîskiyê re bîrayê vexwe
serê xwe di binê avê de bisekinîne
li kemanê xe
li ber tîreja mûmên pembe lotikan bavêje
kûçikê xwe bikuje
bibe namzetê serokahiya şaredariyê
di nava varîlekê de bijî
serê xwe bike du filqan bi bivirekî
laleyan biçîne li bin baranê
lê helbestan nenivîsîne

Charles Bûkowskî

Werger : Dûrzan Cîrano