Cîhangîr Axa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cangîr Axa û malbata wî

Cîhangîr Axa, Cangîr Axa, Changîr Axa (z. 1874 - m. 1943) yek ji serhildêrên navdar ên êzdî ye.

Li gundê Çibûxlîyê, navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê jidayîk bûye. Wekî malbat axa bûne û him ji aliyê êzdiyan, him jî ji yên misilmanan gelek rêzgirtina wan hebûye. Cîhangîr Axa hêj di zaroktiya xwe de bi welatparêzî û ramanên nûjen tê naskirin. Li Soveta berê kasa siyan (ser textê şayiyan) ser navê Cangîr Axa vedixwarin. Ji ber ku qadirê wî ewqas habû cem milet.

Di pêvajoya Komkujiya Ermeniyan de bi hest û ramanên êzdîtî li yekîtiya gelên êzdî û ermenî digere ku bi hev re xwe ji zilma tirkan û kurdên misilman biparêzin. Yekîtiya gelê êzdî û ermenî bi gelek xurtî çênabe û bi bikaranîna hin peyayê ji hêzên cerdevan (Alayên Hemîdiye) dewleta tirkan a ku hatibû belavkirin, komkujiya ermeniyan tê kirin. Di heman demê de komkujiya êzdiyan jî dest pê dike, lê Cîhangîr Axa zûtirê peşa qirkirina êzdiyan digire.

Cîhangîr Axa wekî serokê êzdiyan li dijî tirkan têkoşîneke navdar li dar dixe. Navê wî wekî tirs û xof dikeve dilê leşkerên tirk. Piştî dawîhatina komkujiyê û sazûmaniya nû ya YKSSê êzdiyên ji ber komkujiyê reviyane xwe digihînin Ermenistanê. Li ser wesiyeta Lenin li wan xwedî tê derketin.

Bi destpêka desthilatiya Josef Stalin tunekirina kurdan li wir jî dest pê dike. Stalîn Cîhangîr Axa dîl digire û dişîne Sîbîryayê û li wir li ser daxwaza Komara Tirkiyê tê kuştin û ji ber ku goristana wî kivşe nebe laşê wî tê şewitandin[çavkanî hewce ye]. Hin kes dibêjin Stalîn ew teslîmê dewleta tirk kiriye.

Li ser wî bi dehan stran ên dengbêjiyê hene.

Dengbêj Reso wiha distrê di strana xwe de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo şere xweyo şere şer girane,
  • Cîhangîr axa kela mêrane,
  • Dîsa mêrê hewar û gaziyane.
  • De lêxe kekê Fetila, de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe.
  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo şerekê qewimiye Tewrêzê,
  • Di devê vê Deleman, bonya rê da,
  • De Xweyo qanekê me qewimiye
  • Tewrêzê, Delîmanê binya rê da
  • Andiranîk paşa xweş mêrane aza
  • Qayîşa mawzerê tev girêda,
  • Got: “Ezê di bextê we da me,
  • Hûnê rabin, cawekê bidine Cîhangîr axa,
  • Bêjinê em ê di bextê tedane,
  • Tu di bextê Xwedê da,
  • De rabe,nesekine,were,
  • Hêsîrê me mane kela Wanê
  • Bin berfê da.”
  • De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe.
  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo,dibê Fêrîk paşa hate Wanê,
  • Têlekê da bo Mûşê, Erzîcnê, Erzinganê
  • Digot: “Mişîro, bextê te û Xwedê me,
  • De rabe çend topekan bişîne Wanê,
  • De dibê hezar çarsid mêrê canfîda derketiye Rewanê,
  • De tu werê lêxe biqelîne koka me temamiyê.
  • De lêxê kekê Fetila,de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe.
  • Lo lo lo lo lo lo bavo,
  • Lo bavo şere,lo xweyo şere, şer girane,
  • Şer girane,
  • Cîhangîr axa kela mêrane,
  • Dîsa mêrê hewar û gaziyane,
  • De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
  • Eskerê Roma reş girane,
  • De berdê ji kela Wanê derxe

Dengbêj Şibiliyê Çaçan jî wiha distirê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
  • Lo navo dilêm kobana sibêye,
  • Lo xweyo dilêm kobana sibêye,
  • Minê bala xwe dayê Changîr axa,
  • Axayê êlê,kekê Fetla,
  • De rênga Remequlyana wêran da
  • Kafir Hirçoki sîyare,de kefeye bi ber baye
  • Dewê da ketye berbi baye…
  • De tu berdê,kekê Fetla de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
  • Berevke,bavêje zendê,
  • De berî hezar hevsid mêrê hemîdyê de,
  • Derbaske gelîkêê Panosê,
  • Derbaske ava Alîkendê.
  • De derbaske ava Alîkendê,
  • De bira bêbextê Romê
  • Sere talanê Dêrcemedê
  • Xulam û xizmetkare neşîne şêrda…
  • Lo lo bavo,lo lo bavo.
  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
  • Bejna kekê Fetla zirave
  • Mianî sipindara dev gelya,
  • Lo xweyo,bejna mîrê min zirave,
  • Mînanî sipindara dev gelya,
  • De dibê bihare,belekya berê xwe da çiya,
  • De bihare belekya berê xwe da serê çiya,
  • Changîr axa kire gazî,go:
  • “Gelî koma xweya û pismama,
  • De rabin destê xwe bidine ser tetkê eynelûya,
  • Hewar me tucar nayê,
  • Hewara me maye Xwedê jorê,
  • Dîsa 5emsê lo me Êzdiya.”
  • De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê,
  • Berevke,bavêje zendê,
  • De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de
  • De xarke girê Panosê,
  • Derbaske ava Alîkendê.
  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
  • Lo bavo sibeye,dilê min kîne-kîne,
  • Lo xweyo sibeye,dilê min kîne-kîne,
  • De dibê hewarekê ketibû nava Romê.
  • Peya xwe peyê ra nagîhîne,
  • De peya xwe peyê ra nagîhîne,
  • Kamil Efendî kire gazî,go :
  • «Kuro,lawo,minê we ra digot,
  • Karê we bi talaê Êzdiya nîne,
  • De karê we bi talanê Êzdiya nîne,
  • De îro kubara sibê da,
  • Ser me da girtîye Changîr axa,
  • Mîrê zirav,Xwedê zane ruhustîne.”
  • De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
  • Berevke,bavêje zendê,
  • Berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
  • De xarke gêdûkaPanosê,
  • Derbaske ava Alîkendê.
  • Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo
  • Lo bavo meke,xweyo de tu meke,
  • De tu li serê Şemsê xweke,
  • Qasekê xwe di tetka maûzerê da egleke,
  • Hetanî koma pismama,
  • Hersê elekê navtenga hespê veke,
  • Hersê elekê navtenga hespê veke
  • Te go,kuro,lawo em tev bavêjine alyê malê,
  • Gula barûdê fişeka lêkin ?
  • Emê bajon pêşya bîmbaşyê Romê,
  • De bira careke dinê qesta talanê Êzdiya nekin.
  • De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
  • Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
  • Berevke,bavêje zendê,
  • De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
  • De xarke gêdûka Panosê,
  • Derbaske ava Alîkendê….
  • Ha hî, hî…

Wêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Eskerê BOYÎK, CHANGR AXA, bi zimanê ermenî, GIRAKAN TÊRT (Rojnema Edebî); N 9 (2361); 23-ê Sibatê,1990.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]