Dabeşbûna xaneyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Corên Dabeşbûna Xaneyê
Dabeşbûna Mîtozî

Di çerxa jiyana xaneyê de hin caran xane xwe dabeşê du an jî pirtir paran dike. Ev kar wekî dabeşbûna xaneyê tê bi nav kirin. dabeşbûna nîvekî, dabeşbûna mîtozî û dabeşbûna miyozî sê corên dabaşbûna xaneyê ne. Ji vana dabeşbûna nîvekî û dabeşbûna mîtozî bi gelek aliyan ve dişibin hevdu. Di herdu corên dabeşbûnê de jî, dabeşbûn bi makexaneyek dest pê dike û di dawiya dabeşbûnê de du xaneyen keç çêdibe. Herdu xaneyên nû çêbûyî, bi aliyê genetîkî ve heman yek in. Wekî mînak bakterî bi dabeşbûna nîvekî zêde dibin, bejna mirov bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên hestî dirêj dibe.

Sperm, hêk û spor xaneyên taybet ên bi nîve (haploîd) kromozom in û wekî xaneyên haploîdî tên navkirin. evan hersê xane jî bi dabeşbûna miyozî çêdibin. Bi dabeşbûna miyozî, ji makêxaneyek çar xane çêdibe, lê ev her çar xane jî dibe ko ji hêla genetîkî ve ji hev cuda bin. Her wisa kromozomên xaneyên nû, nîvê kromozomên makexaneyê ne. Ango bi dabeşîna miyozî kromozomên xaneyê dadikeve nîvê. Wekî mînak; xaneyên çermê mîrov bi 46 kromozom in, heke xaneya çerm bi dabeşbûna mîtozî dabeş bibe, du xaneyên wekhev ên bi 46 kromozom çêdibe. Di hêkdankên mirov de makexaneyên hêkê yên bi 46 kromozom hene. Makexaneya hêkê bi dabeşbûna miyozî çar xaneyên bi 23 kromozom çêdike. Loma xaneya hêk a mirov bi 23 kromozom e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]