Deryaya Bakur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Deryaya Bakur

Deryaya Bakur deryayeke li bakura Ewropayê dikeve û yek ji navçeyên Okyanûsa Atlantîk e. Ew navbera li rojhelat Skandînavya (Norwêc û Danîmarka) li rojava Brîtanya Mezin (Skotlenda û Înglistan) li başûr jî Almanya, Holenda, Belçîka û Fransayê de ye.

Skagerrak Deryaya Bakur digêhî ne Deryaya Baltik. Li başûr Deryaya Bakur wek Lamanş tê navandin. Sînorên Deryaya Bakur li Skagerrak wek navbera Lindesnes li Norwêcê, û Halsthom li Danîmarka tê ditîn. Bakura Deryaya Bakur Atlantîk e û sînor ji bo navberan wan wek Shetlands, Skotlandê de heta Ålesund, Norwêcê tê ditîn.

Statîstîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûrahiya Deryaya Bakur bi nîvekî 94 mitir e. Li beravên bi dirêjahîyeke 150 km nêzî 80 milyon kes dijî ye. Dera xweya herî kûr 725 m ye. Bi Lamanşê ve Deryaya Bakur yek ji deryayên herî geremolên dinê ye.

Çemên talê dibin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemên girîngê tala Deryaya Bakur wiha ne; Tay (li Dundee), Forth (li Edinburgh), Tyne (Newcastle), Elbe (li Cuxhaven), Weser (li Bremen), Ems li Emden, Rhine û Meuse (li Rotterdam), Scheldt (li Flushing), Thames û Humber (li Hull).

Kanala Kiel kanaleke çê kirî ye Deryaya Baltik û Deryaya Bakur digêhîne hev e.

Navandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Deryaya Bakur ji bo ewê li bakura ji şûna xwe de tê ye.

Di demên antîk ew wek Oceanum Germanicum an Mare Germanicum (ango, "Okyanûsa Germanî") dihat navandin.