Ebulqasim Sedir Qazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebulqasim Sedir Qazî
Jiyan
Mirin31ê adara 1947an
Meydana Çarçira Mehabad
Dê û bav
biguhêreBelge

Ebulqasim Sedir Qazî birayê biçûk yê Qazî Mihemed e. Her wisa li sala 1943yê ji herêma Mahabadê wek parlamenterê Îranê tê hilbijartin. Piştî Sedir Qazî diçe Tehranê têkiliyên xwe li gel Tudehê bihêz dike.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1941ê de Şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê da ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Riza Şah dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên Kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên Şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Wê demê li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û birayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Tevî birayê xwe bajarê îdare dikir.

Di payîza sala 1941ê de brîtanî dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku brîtanî bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî brîtanî li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. Efserên sovyet Selîm Atakşîuv û hevalê wî Caferov kurd bû di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinên li gel Cafer Baxirov. Jixwe paşî 18ê çiriya paşîn a 1941ê eşîra tirk Şahsevenî, 20ê çiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê çiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn Bakûyê û bi Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin.

Piştî têkçûna Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, wezîrê parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Ebulqasim Sedir Qazî ku nûnerê Mahabadê bû di parlamena Îranê de, li meydana Çarçira ku lê Komara Kurdistanê hatibû îlankirin, di 31ê adara 1947an de hatin dardekirin.[1]

Herwisa binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tefrîfiîyan, Ebulhesen (2001). Barzanî Xwe Nade Dest Kesê (PDF). Duhok: Çapxana Hawar. r. 95.