Enstîtuya Kelepûra Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî hat beralîkirin)
Enstîtuya Kelepûra Kurdî
WelatBaşûrê Kurdistanê
DewletIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 2003 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serok
Cihê baregehê
Malperwww.khi.krd/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Enstîtuya Kelepûra Kurdî ango Înstîtûta Kelepûra Kurdî (îngilîzî: Kurdish Heritage Institute) di dawiya sala 2003yan de li bajarê Silêmanî hatiye damezrandin.

Enstîtu bi serokatiya Mezher Xaliqî kar û barên xwe digerîne. Enstîtûya Kelepûra Kurdî, dam û dezgeheke nahukmî ye.

Armancên Enstîtuyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanca wê ew e ku hemû cureyên folklora kurdî bide hev û bi awayekî zanistî biparêze û arşîv bike; her wiha bi riya lêkolînên zanistî û akademîk kelepora kurdî bi pêş bixe. Bi bîr û baweriya Enstîtûya Kelepora Kurdî, nasnameya neteweyekê li ser kelepora wê ava dibe. Her çend şert û mercên îro, bi têra xwe, rê nadin mirov li çar parçeyên Kurdistanê li gorî dilê xwe kar bike, lê di pêş de enstîtû dixwaze li her çar parçeyan kelepora kurdî bide hev û zindî bike û bi vî awayî kelepor û çanda kurdan bi cîhanê bide nasîn.

Li aliyê din enstîtûyê pirtûkxaneyek heye, ku bi gelek zimanan nêzîkî 3 hezar pirtûkên li ser kurdan tê de ne. Ev pirtûkxane di warê xwe de yekemîn pirtûkxaneya profesyonel e ku ew qas pirtûkên kurdî û li ser kurdan tê de kom bûne. Ji aliyê din ve wê tomargeheke nûjen û têkûz heye, ku têde cd, dvd û kaset têne tomarkirin. Ji vê yekê pê ve di arşîva enstîtûyê de, ji her çar parçeyên Kurdistanê, gelek CD, DVD û kaset hene û bi awayekî dîjîtal têne parastin.

Enstîtu, her wiha bi sazkirina çalakiyên çandî û hunerî jî radibe. Bo nimûne, îsal di meha nîsanê de li Silêmanî, Festîvala Muzîka Kurdî saz kir, ku tenê ji bo jenyaran bû û ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermendan beşdarî tê de kir. Ew, ji çalakiyên çand û hunerî pê ve belgefîlman amade dike û cd û kasetan jî çap dike.

Enstîtuya Kelepûra Kurdî her wiha li ser aşûrî, tirkmenan jî xebatan çêdike.

Şaxên Enstîtuyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji Silêmanî pê ve, li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Ranya û Piştder şaxên wê hene. Di sala 2007an şaxeke li Dihokê ava kir.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]