Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Damezrandin18ê nîsana 1992an
Cihê damezrandinêStembol
Nemabûn31ê kanûna pêşîn a 2016an

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18ê nîsana 1992yan li Stembolê hate damezirandin. Armanca damezirandina enstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû. Koma damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman İmamoğlu.

Di weşanên enstîtuyê de ferhengên tirkî-kurdî û kurdî-tirkî a Zana Farqînî derketin.

Girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Enstîtuya Kurdî ya Stembolê di çerçoveya Rewşa Awarte di 31ê kanûna pêşîn a 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.[1]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Turkey shutters Kurdish language institute". Kurdistan24.net. 31 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 7 kanûna paşîn 2017.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]