Enwer Karahan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Enwer Karahan
Jidayikbûn1962 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Enwer Karahan nivîskarekî kurd e. Ew bi taybetî çîrokan dinivîse. Ji bilî çîrokan ew maqale û nivîsên edebî "ceribandin" dinivîse.

Jiyan û Kar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gora qeyda Enwer Karahanî ya nifûsê, ew di sala 1962yan de li Dêrika Çiyayê Mazîyê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çê bûye. Wî li Dêrikê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.

Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Çar kitêbên wî yên kurteçîrokan bi navê Şevbihêrkên şevên xalî (2001), Duaya êvarê (2003), Xanima Kozê (2005), Du dilop (2008) û romana wî ya yekê bi navê Şapînoz (2010) derketine. Herweha kitêbeke wî ya ceribandinê bi navê Çû (2006)û yek jî bi navê Mêlav wek vegotin di sala (2013)an derketiye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]