Fexredînê Exlatî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fexredînê Kurdî Exlatî bi navê Mewlana Muhyedîn jî tê naskirin (latînî: Fakhr al-Din al-Kurdi al-Akhlati) stêrnasê kurdBidlîsî ye ku ji navçeya Xelatê ye.[1]
Bi xwe di sedsala 13'an de jiyaye e. Ji bo jiyana wî agahî/çavkanî kêm e.

Fexredînê Exlatî gellekî xebat kiriye li ser stêrnasiyê. Tava ku ji kullekan dertê li gorî wan seat tespît kiriye.[2] Exlatî yek ji zanistvanê mezin ê kurd yê di dema Eyûbiyan e.

Di sala 1260'an de çavdêrîxaneyekî ji bo stêrnasiyê ava kiriye. Bi xwe xebatên xwe yên li ser stêrnasiyê bi zanyarê fars Nesîredînê Tûsî ve kiriye. Di sala 657î (miladî 1259) de bi Nejmedîn Qezwînî be çûye Merageyê ji bo nivîsandina pirtûka Zîcê alîkariya wan kiriye.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Baba Merdûxê Rûhanî, Tarîxî Meşahirî Kurd r. 132, Werger Hatice Yilmaz Arslan
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Stephen P. Blake, Astronomy and Astrology in the Islamic World, r. 72