Gansu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gansu
Ганьсу Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Parêzgeha Çînê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
甘肃省 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gansu li ser nexşeyê
Map
Gansu li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Gansu
Gansu
Koordînat: 38°Bk 102°Rh / 38°Bk 102°Rh / 38; 102
DewletÇîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1929 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Merkeza îdarî
Îdarî
 • ŞaredarRen Zhenhe (2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî454000 km2 (175.000 sq mi)
Nifûs
25.019.831 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Malperwww.gansu.gov.cn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Gansu

Gansu (çînî:甘肃 / 甘肅, Gānsù) parêzgeheke Çînî ye. Ji ber ku korîdoreke teng bû, ew di sedsalan de wekî derî di navbera herêma Huangheya jor (çemê Zer) de û deverên rojavayê Çînê re xizmet kirîye.

Serbajarê parêzgehê Lanzhou ye, rûerdê parêzgehê 454.000 km² ye, di 2004an de hejmara rûnştivanên parêzgehê bi 454.000 kesî di hate hijmart in.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gansu di xanedana Qin (221-206 B.Z.) de tevlî axa Çînê bû. Marco Polo ji vir ra ketiye Çînê û gelek kesan serdana vê deverê kiriye. Navê Gansu ji navên deverên Ganzhou û Suzhou di dema xanedana Yuan de hate afirandin (1206-1368). Ji 1644an heta 1911an, ew di bin rêveberiya xanedana Qing (Manchu) de ma. Zuo Zongtang (1812-1885), yek ji serwerên herî navdarê vê serdemê, piştî serhildanên Taiping û misilmanan (1862-1877), nêzîkî 50 salî demeke bi aştî pêk anî. Di sala 1920an de yek ji erdhêja herî mezin ya cîhanê li vir pêk hat. Li rojhilatê Gansuyê erdheja bi mezinahiya 8,6 qewimî. Nêzîkî 200.000-250.000 kesan jiyana xwe ji dest da û pir bajar û bajarok hilweşiya.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taybetmendiya herî berbiçav a bingeha xwezayî di Gansu de plato ne. Gansuya rojhilat, navenda erdhejê ya Çînê ye. Li Gansu di navbera havîn û zivistanê de cûdahiyên germê yên mezin hene.

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya nifûsa Çînê Han e (92%). Di nav gelan de civakên mongol, tirk û tîbetî jî hene.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pembo, rûnê felq, zebeş, garis hilberên bazirganî yên çandinî yên sereke ne. Lêbelê, aboriya Gansu bi piranî li ser bingeha maden derxistinê ye. Neft û komir û hesin tê derxistin.

Parêzgeh li Çînê navendek hêza nukleer e.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.