Germayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Germahiya Kirîtîk: Critical temperature

Dereceya Germahiya herî zêde ku tê de bi daxistina pestoyê, gaz dikare bibe avîn (liquid).

substance critical temperature (oC)

NH3 132

O2 -119

CO2 31.2

H2O 374

Germahiya rût: Absolute temperature

Dereceyên Santîgirad(Sîlîsyûs) û Farenhayt, her du jî germahiyên nisbî û girêdayî ne û dereceyên Kelvîn û Ranklîn jî germahiyên xwerû yanjî rût in. Yekîneya germahiyê di sîstema Metrîkê da dereceya Kelvîn e.

Jixwe Kelvîn, heman Sifra rût, xwerû yan mutleq(absolute zero) di sîstema Metrîk e.

Di sifra rût de tu mekîne û alavek elekteronî kar nake çimku enerjiya her tiştekî di sifra rût de pir pir nêzîkî sifrê dibe û tu liv û tevgerek di madeyê de namîne.

Dereceya germahiya herî kêm li dinyayê heman -273.15K e.

K: Nîşaneya dereceya Kelvînê

F: Nîşaneya dereceya Farenhaytê

°C: Nîşaneya dereceya Sîlîsyûs yan jî Santîgiradê

• 0°C (freezing point of water) = 273.15K (Xala qerisîn yan cemidîna avê)

• 25°C (room temperature) = 298.15K (Dereceya germahiya odeyê)

• 100°C (boiling point of water) = 373.15K (Xala keliyana avê)

• 0K (absolute zero) = -273.15°C (Sifra xwerû, rût yan jî mutleq)