Gün Radyo-TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gün Radyo-TV (Özgür Güvn TV- Radyo) (bi kurdî tê wateya Roj Radyo-TV û Roja Azad TV-Radyo) televîzyoneke herêmî ye ku ji Amedê weşan dikir. Piştî bû neteweyî ji hêla dewletê ve hat girtin.

Di sala 1994an bi navê Metro Radyo-TV dest bi weşanê kir. Di tîrmeha 2001ê navê xwe guherandî Gün Radyo-TV û dest bi weşana nû kir. Televizyon rojê 16 saet û radyo jî 24 saet li Amedê weşanê dikir.

Di 23ê adarê sala 2006an cara yekem li Tirkiyê Gün Radyo-TV dest bi weşana kurdî kir.

Özgür Gün TV – Gün Radyo ji sala 2002’yan heta îlona 2015an li Amedê bi awayekî herêmî weşana xwe didomand... Yekemîn kanala ku li Tirkiyeyê bi kurdî weşan kiriye. Özgür Gün TV di 6ê nîsana 2015an de saet di 17.00an de bi bernameyeke zindî li ser feyka TÜRKSATê dest bi weşana navneteweyî kir. Özgür Gün TV ji ber ku li Amedê li paytexta Kurdistanê weşan dikir, di demeke kurt de bû çav û çavkaniya hemû kurdên li cîhanê. Ji ber vê yekê jî hikûmeta AKPê tevî gelek kanalên din ên kurdî Özgür Gün TV jî di 3ê çiriya pêşîn a 2016an de girt û dest danî ser hamû amûrên wê.

Di 29ê îlona 2016an Gün Radyo-TV piştî 2016 derbeya eskerî hatiye girtin.[1][2][3][4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gareth Jones; Ercan Gürses (28 tîrmeh 2016). "Turkey shuts scores of media outlets, sacks generals". Al Jazeera. Roja gihiştinê 28 tîrmeh 2016.
  2. ^ Police raid TV station over ‘terror propaganda,’ cut broadcast
  3. ^ "İMC TV de kapatıldı" [IMC TV was also closed]. BBC World Service. 30 îlon 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2016.
  4. ^ "Turkey police shut down pro-Kurdish TV channel live on air". Gulf News. 4 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2016.