Hestê bêhnkirinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hestê bêhnkirinê, koendama hestê ya bêhnkirinê ye û ji nasîna molekûlên kîmyayî pêk tê[1].

Ji bo hestkirina bêhnê, divê molekula bêhndar, di nav hewaya henasegirtinê de bikeve nav kelêna difinê, di nav lîncemadeyê de bihele û xwe bi proteînên wergir ên li ser parzûna dendrîtê demarexaneya behnewergirê ve girê bide. Bi vî awayê di demarexaneyên behnewergir de erkê kar dest pê dike. Demareragihandin ji kîmîkewergirên demarexaneyên bêhnewergir, ber bi pîvazoka bêhnkirinê, ji wir jî ber bi navenda behnkirinê ya mejî ve tên şandin.

Pêkhateya koendama bêhnkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûyê difinekelênê mirov bi çîna rûkeşeşane dapoşî ye. Li esmanê difinekelênê mirov de beşek ji rûkeşeşaneyê berpirse bo nasîna bêhnê, ev beş wekî rûkeşeşaneya behnkirinê tê navkirin (bi îngilîzî: olfactory epithelium). Bi qasî 4.8 cm2 ê esmanê difinekelênê ji rûkeşeşaneya bêhnkirinê pêk tê[2]. Hesteveguherandina bêhnê li wir rû dide. Hema nîvê rûyê difinekêlênê ji rûkeşeşaneya bêhnkirin pêk tê, ji bilî rûkeşeşaneya bêhnkirinê, nîvê rûyê difnekelênê bi rûkeşeşaneya henasê dapoşî ye[3]. Rûkeşeşaneya bêhnkirinê ji sê cor xaneyan pêk tê, xaneyên palpişt, xaneyên binçîne (binyatî) û xaneyên bêhnewergir[4].

Rûkeşeşaneya bêhnkirinê ji sê cor xaneyan pêk tê, xaneyên palpişt, xaneyên binçîne (binyatî) û xaneyên bêhnewergir.

Xaneyên palpişt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên palpişt (bi îngilîzî: supporting cells) corek ji rûkeşexaneyan e. Xaneyên palpişt di navbera demarexaneyên bêhnewergir de cih digirin û destek didin wan, herwisa madeyên jehrdar ên derdora wergirên behnê jî ji aliyê xaneyên palpişt ve tên bêbandorkirin. Xaneyên palpişt, xaneyên kûlkdar in[5].

Xaneyên binçîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên binçîne (bi îngilîzî: basal cells) bi eslê xwe xaneyên bineretî ne[6] (bi îngilîzî: stem cells). Xaneyên bêhnewergir, demarexaneyê temen kin in, temenê wergirên bêhnê bi qasî 30 heta 60 roj e. Xaneyên binçîne bi dabaşbûnê zêde dibin, xaneyên nû diguherin û dibin demarexaneyên bêhnewergir. Ango wergirên behnê yên mirî, ji aliyê xaneyên binçîne ve tên nûkirin[7].

Xaneyên bêhnewergir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestewergirên bêhnê, demarexaneyên taybet in di nav rûkeşeşeaneya esmanê difinekelênê de[7]. Wergirên behnê corek ji kîmîkewergiran in. Wergirên bêhnê proteînên taybet in li ser dendrîtê demarexaneyên bêhnewergirê de[8] . Xaneyên bêhnewergir, demarexaneyên ducemserî ne. Demarexaneya ducemserî yek dendrîtek û yek tewereyek lixwe digire[9]. Dendirîtê demarexaneya bêhnewergirê, ber bi rûyê derve yê rûkeşeşaneyê dirêj dibe. Rûyê derve yê rûkeşeşaneyê bi çîna lîncemade dapoşî ye. Parzûna dendrîtên xaneyên bêhnewergir di nav lincemadeyê de mîna bijangan dirêj dibin. Ev pêkhateya dendrîtî wekî kûlk (bi îngilîzî: cilium) tê navkirin. Ango demarexaneyên wergirên bêhnê kûlkdar in. Li ser parzûna kûlkên bêhnewergiran de proteînên wergir hene. Bi alîkariya kûlkan rûyê parzûna xaneya bêhnewergirê firehtir dibe, bi vî awayî egera rastêhevhatina molekula bêhndar û proteînên li ser parzûna xaneyên wergirên bêhnê zêde dibe. Proteinên wergir ên li ser rûyê parzûna demarexaneyên wergirên bêhnê ne yek, lê gellek cor in. Loma her yek ji demarexaneyên wergira bêhnê, li ser parzûna kûlkên xwe de corek proteînên wergir lixwe digire. Ango ji bo her corek bêhnê, corek demarexaneya bêhnewergir heye[8]. Rûkeşeşaneya bêhnkirinê bi qasî 100 mîlyon xaneyên bêhnewergir lixwe digire[10].

Çar gavên serekî yên bêhnkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Ji aliyê kîmîkewergiran ve wergirtina molekula behnê.

2. Guherandina kartêkira kîmyayî bo erkê kar.

3. Bi şeweyî demareragihandin, gihandina bêhnê bo mejî .

4. Şîrovekirin û têgihîştina bêhnkirinê di mejî de.

Gava mirov ji difin henase werdigire, li gel hewayê, hinek gazen (kîmîkemade) din jî derbasî nav difinekelênê mirov dibe. Ji kîmîkemadeyan molekulên bêhndar belavê hawirdor dibin. Molekulên bêhndar di nav lîncê de dihelin û bi proteînên wergir ên demarexaneya hestê ve tên girêdan. Proteîn, helîna molekulên bêhndar a di nav lîncemadeyê de hêsantir dikin. Ji bilî wê, proteîn navbeynkarî dikin ko molekulên bêhndar ber bi dendrîtan ve bên guhêztin[1]. Bi girêdana molekula bêhndar, li ser parzûna demarexaneya bêhnewergir de cogên sodyumê ve dibin. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergirya demarexaneyê. Bi berevajîbûna cemsergiriya demarexaneyê, erkê kar dest pê dike, bi vî awayê demareragihandin ji wergira bêhnê ber bi demarexaneyên pîvazoka bêhnkirinê ve tê guhêztin. Ragihandinên ji molekula bêhndar di herdu pîvazokên bêhnkirinê tên berhevkirin û tekûzkirin. Paşê demareragihandinên bêhnê ber bi tûkila mejî ve tê şandin ji bo peydabûna hestê bêhnkirinê. Beşa behnkirinê ya tûkila mejî di cenikepilê de cih digire[11].

Hesteveguherandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li koendama bêhnkirinê de bi hesteveguherandinê, sînyalên kîmyayî yên molekulên bêhndar, bo sînyalên elektrîkî tên guhertin, sînyalên elektrîkî jî tê şandin bo demarekoendama navendî[5]. Hesteveguherandin piştî pênc gavên serekî rû dide.

Sînyalên kîmyayî yên molekulên bêhndar, bo sînyalên elektrîkî tên guhertin.

1. Proteînên bêhnewergir di nav parzûna xaneya bêhnewergir de cih digirin. Serê proteîna wergir li derve, kotahiya wê jî di hundirê demarexaneya bêhnewergirê ye. Serê derve ya proteîna bêhnewergir taybet e ji bo girêdana molekula bêhnê. Li nav xaneyê, kotahiya proteîna bêhnewergir bi koma proteîna-G ve girêdayî ye. Loma bêhnewergir wekî wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors) tê navkirin. Herî kêm 380 corê proteînên wergir heye. Her corek proteîna wergir li ser demarexaneyek bêhnewergir e[9]. Molekûla bêhnê ya madeya bêhndar di nav lîncemadeya rûkeşeşaneya bêhnkirinê de dihele. Di navbera molekula behnê û proteîna bêhnewergir a li ser kûlkên xaneya bêhnewergir de gîrêdan ava dibe.

2. Gava molekula bêhnê bi proteîna bêhnewergirê ve tê gêrêdan, binebeşên proteîna-G ji bêhnewergirê diqetin. Proteîna-G ji sê binebeşan pêk tê , α (alfa), β (beta) û γ (gama). Di nav xaneya bêhnewergir de enzîmek bi navê adenîl sîklaz (bi îngilîzî: adenyl cyclase) heye. Serbestmayina proteîna-G, adenîl sîklazê çalak dike, bi vî awayê di nav xaneyê de rêzereaksiyonan dide destpêkirine.

3. Adenîl sîklaz, adenozîna sêfosfatî (Adenosine triphosphate (ATP)) han dike ko biguhere û ji wê, molekula cAMP peyda bibe. Molekula adenozîna yekfosfatî ya sîklîk ( bi îngilîzî: cyclic adenosine monophosphate (cAMP)) di nav xaneyê de wekî peyambera duyem kar dike. cAMP cogên Na+ - Ca+2 (sodyum- kalsiyum)ê ve dike . Ji bo demarexaneya bêhnewergirê peyambera yekem, molekula behnê ye.

4. Gava iyonên sodyum û kalsiyumê diherikin nav demarexaneya bêhnewergirê, di parzûna demarexaneyê de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide[10]. Heke berevajîbûna cemsergiriyê bigihîje asta derazînkê (bi îngilîzî: threshold level), erkê kar di tewereyê xaneyê de dest pê dike. Bi vî awayê sinyalên kîmyayî yên molekulên bêhnê tên veguherandin bo sînyalên elektrîkê.

5. Erkê kar ji tûmika tewereyê demarexaneya bêhnewergirê heta kotahiya tewereyê, ber bi pîvazoka bêhnkirinê didome.

Proteînek bêhnewergir ne bi yek, lê dibe ko bi 50 proteîna-G ve girêdayî be. Gava hejmarek zêde proteîna-G ji bêhnewergirê diqetin, gellek binebeşên proteîna-G tên serbestberdan. Ji ber zêdehiya binebeşan, molekula bêhnê (kartêkir) hê bi hêztir bandor dike li ser demarexaneyê. Bi vî awayê asta rûdana hestê bêhnkirinê nizimtir dibe, ango molekulên ko bêhna wan kêm in jî tê hestkirin[9]. Bandora molekula bêhndar a li ser bêhnewergiran ji bo demek kurt e. Guncandina (adaptasyon) demarexaneyên bêhnewergir di nav çend çirkeyan de rû dide. Bi gelemperî piştî çirkeyek, bandora bêhnê %50 kêm dibe[12]. Wekî mînak, heke mirov di odeyê de cixare bikişîne, bêhna cixareyê belavê odeyê dibe. Pêşî, kesên li odê ji bêhnê aciz dibin lê demek şûn ve êdî bêhnê nagirin, loma ji wan wetrê li odeyê bêhna cixareyê nemaye. Lê dema mirovek ji derve were odeyê, dikare bi hêsanî bêhna cixareyê hest bike.

Rêka demarên bêhnkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demarexaneyên bêhnê ji esmanê difinekelênê dest pê dikin hetanê tûkila mejî dirêj dibin.Kimikewergirên bêhnê bi eslê xwe dendirîtên demarexaneyên bêhnewergir ên ducemserî ne. Tewereyên demarexaneyên bêhnewergir li esmanê difinekelenê di nav hestiyê bêjingî de derbas dibin, dikevin hundirê kiloxê û digihîjin pîvazoka bêhnkirinê. Ragîhandinên bêhnê li wir tên tekûzkirin û polenkirin. Tewereyên demarexaneyên bêhnewergir bi dendrîtên xaneyên mîtral ve gehînke ava dikin. Ji komên van gehînkeyan re gilokên bêhnkirinê (bi îngilîzî: olfactory glomeruli) tê gotin[13]. Tewereyên xaneyên mîtral ji pîvazoka bêhnkirinê dirêjê derve dibin, gurza van tewereyan wekî xeta bêhnkirnê (bi ingilîzî: olfactory tract) tê navkirin. Xetên bêhnkirinê ji pîvazokên bêhnkirinê, ber bi herdu pilên cênikê (cênikepil) yên tûkila mejî ve dirêj dibin. Hestê bêhnkirinê di tûkila mejî de di beşa bêhnkirinê de peyda dibe. Hinek beşên cênikepilê ji bo wergirtina ragîhandinên bêhnkirinê, bêşên din ên cênekepilê ji bo enbarkirina bîranînên bêhnkirinê tê bikaranîn[11]. Ji bilî hestê bêhnkirinê, demarêxaneyên hemû hestan, ewîl li talamusê kom dibin paşê belavê mejî dibin. Lê demareragihandinên bêhnkirinê, pêşî ber bi tûkila mejî ve tên guhêztin, paşê ji tûkila mejîê tê şandin bo talamusê. Demareragîhandinên bêhnkirinê ji talamusê jî ber bi navçavepila mejî ve tê guheztin, li wir hûragahiyên behnê tê tekûzkirin[14].

Di navbera hestê bêhnkirinê û hestê çêjkirinê de têkilî heye[15], loma dema mirov bi nexweşiya arsimê dikeve, nikare bêhna xurekan bigire herwisa di heman demê de mirov tama xurekan jî baş hêst nake[16].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  3. ^ Purves D, Augustine GJ, Fitzpatrick D, et al., editors. Neuroscience. 2nd edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2001. The Olfactory Epithelium and Olfactory Receptor Neurons.Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK10896/)
  4. ^ Nobuko Makino, Shigeo Ookawara, Kazuo Katoh, Yasushi Ohta, Masumi Ichikawa, Keiichi Ichimura, The Morphological Change of Supporting Cells in the Olfactory Epithelium after Bulbectomy, Chemical Senses, Volume 34, Issue 2, February 2009, Pages 171–179, https://doi.org/10.1093/chemse/bjn074)
  5. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  6. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  9. ^ a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  10. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  11. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  12. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  13. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Olfactory bulb [1]
  14. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  15. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  16. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.