Heyvgirtin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heyvgirtin: gav bi gav

Heyvgirtin, hîvgirtin an girtina heyvê, gava heyv dikeve nava siya cîhanê û tîrêjên rojê nagihîjin ser rûyê wê pêk tê. Bi vî gavî heyv ji bo demeke kurt tarî dibe, heya ku heyv dîsa ji siya cîhanê derket.

Nimûneyên heyvgirtinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siya navendî (umbra) û siya nîvî (penumbra) ya cîhanê

Ev bûyera rojgernasî an astronomîk tenê di dema heyva tijî de pêk tê, lê divê roj, cîhan û heyv wekî 'germiçank'ekê li piş hev bisekinin. Bi vî havî siya navendê (umbra) û siya nîvê (penumbra) ya cîhane dikeve ser heyvê. Gava heyvgirtinek pêk hat, heyvgirtina pêşîn piştî heyv şeş car li ser xulgeha xwe geriya pêk tê. Gava heyv hêdî hêdî derbasî hindirê siya cîhanê dibe û bi tevahî tarî dibe, guhertina rengê rûyê heyvê bi çavên tazî pir baş tê dîtin. Ji vê bûyerê re (ji tê ketina heyvê ya hindirê siya cîhanê re) îmersyon tê gotin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Heyvgirtin de hene