Hikmet Kıvılcımlı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hikmet Kıvılcımlı
Jidayikbûn
Hikmet Ali Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

1902 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin11 çiriya pêşîn 1971 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Belgrad Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêŞêrpence li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêTopkapı Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Lîseya Vefayê
  • Istanbul Faculty of Medicine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Communist Party of Turkey (1920) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hikmet Ali Kıvılcımlı (jdb. 1902 li Prîştîna / Приштина - m. 1971 li Belgrad), yek ji pêşengên komunîst, teorisyen, nivîskar, weşanger, wergerên Tirkiyeyê bû.

Malbata wî ji Kosovoya îro bû. Di 17 saliya xwe de tevlî şerê balkanî dibe. Ango dijî gelên Anatoliya û Balkanê têdikoşe. Tirk vê şerê wekî şerê azadiya tirk binavdikin. Dibistana amadeyî li Vefa Lisesi dixwîne. Di ciwaniya xwe de balê berdide xwendinê. Hêdî hêdî fikrên komunîzmê pê re xurt dibin. Sala 1920ê dibe endamê TKPê (Partiya Komunîst a Tirkiyeyê).

Sala 1925ê di kongreya duyem de bo komîteya navendî tê vexwendin. 22,5 sal ji ber komunîstiya xwe di zîndanê de dimîne û heya dawiya temenê xwe jî ji êrîş û darizandinên Romê (Tirkiye) nafilite. Gelek caran lê êşkence hatiye kirin.

Hevalên wî yên partiyê Vedat Nedim Tör, İsmail Bilen û Şevket Süreyya Aydemir dibin peyayê dewletê û tevahiya dokumentên partiyê teslîmê polîsan dikin. Gelek caran bi Nazim Hikmet re di zindanê de dimîne.

Sala 1954ê bi navê Vatan Partisi (Partiya Welat) partiyekê dadimezirîne. Sala 1965 weşanxaneyek bi navê Tarihsel Maddecilik Yayınları vedike û berhemên marksîst-lenînîst çap dike. Sala 1967ê komeleyek bo xizanan vedike (İPSD). Sala 1971ê giran nexweş dikeve, bi dizî derdikeve derveyî welat. Li Belgradê jiyana xwe jidest dide.

Ew jî wekî pirraniya sosyalîst, komunîst, çepgir û demokratên tirk, xwe ji kurdan dûr digire. Di dema wî de Komkujiya Dêrsimê, Komkujiya Ermeniyan, komkujiyên Geliyê Zîlan, Şêx Seîd, komkujiya Pontûsan ûêd pêk tên. Ne ew, ne jî Nazim Hikmet vana nabihîsin, guh nadinê yan jî bi çend dilxweşkirinan derbas dikin. Kevneşopiya TKP'ê li Tirkiyeyê cih digire, çepa tirk her xwe ji meseleya kurdan dûr digire yan jî kurdan bo berjewendiyên xwe feda dikin.

Ji berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Halk Savaşının Planları - Planên şerê gel
  • Devrim Zorlaması Demokratik Zortlama - Zorandina şoreşê zirtiniya demokratîk
  • Türkçe’nin Üreme Yolları ve Dil Devrimciliğimiz - Riya hilberîna tirkî û şoreşgeriya me ya ziman
  • Eyüp Konuşması - Axavtina Eyüpê
  • Türkiye Köyü Ve Sosyalizm - Gundê Tirkiye û sosyalîzm
  • Devrim Nedir? - Çiye şoreş?
  • Üretim Nedir? - Çiye hilberîn?
  • Genel Olarak Sosyal Sınıflar ve Partiler - Bi gelemperî çînên civakî û partiyan
  • Anarşi Yok! Büyük Derleniş! - Anarşî tune! Berhevkirina mezin!
  • Türkiye’de Sınıflar ve Politika - Li Tirkiyeyê çîn û polîtîka
  • Kısaca Marksizm Düşünüşü - Bi kurtî vegera marksîzmê
  • Diyalektik Materyalizm - Diyalektîk materyalîzm
  • Finans-Kapital Ve Türkiye - Fînanskapîtal û Tirkiye
  • Durum Yargılaması - Darizandina rewşê
  • Diyalektik Materyalizm Nedir? Nasıl Kullanılır? Ne Değildir - Çiye diyalektîk metaryalizm? Çawa tê bikaranîn? Çi nîne.
  • Üç Seminer - Sê semîner
  • Metafizik Sosyolojiler - Civaknasiyên metafîzîk
  • Fetih ve Medeniyet - Dagirkirin û şarezayî
  • Türkiye’de Kapitalizmin Gelişimi - Li Tirkiyeyê pêşketina kapîtalîzmê
  • 27 Mayıs ve Yön Hareketinin Sınıfsal Eleştirisi - 27ê gulanê û rexneya çînî ya Tevgera Yön
  • Allah – Peygamber – Kitap / Xwedê - Pêxember - Pirtûk
  • Anılar - Bîranînan
  • Bilimsel Sosyalizmin Doğuşu - Hilhatina sosyalîzma zanistî
  • Brejnev’e Mektup - Name ji Brejnew re
  • Cennet - Bihuşt
  • Deccal Kapımızı Nasıl Çalıyor ? - Deccal çawa li derê me dide?
  • Dinin Türk Toplumuna Etkileri - Bandora olê li civaka tirk
  • Ho Amca’nın Düşündürdükleri - Bîrxistinên Apê Ho
  • İlkel Sosyalizmden Kapitalizme İlk Geçiş: İngiltere - Yekem derbasbûna ji sosyalîzma hoveber bo kapîtalîzmê: Brîtanya
  • İlkel Sosyalizmden Kapitalizme Son Geçiş: Japonya - Dawîn derbasbûna ji sosyalîzma hoveber bo kapîtalîzmê: Japon
  • İnkilapçı Münevver (Devrimci Aydın) Nedir? - Perisînparêz Münevver, çiye (ronakbîrê şoreşger)?
  • İşçi Sınıfı Partisi’ne giriş - Ketina partiya çîna karker
  • İşçi Sınıfının Tarihçil Görevi - Peywira dîrokî ya çîna karker
  • Kadın Sosyal Sınıfımız - Jin çina me ya civakî
  • Kim Suçlamış? - Kê tewanbar kiriye?

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]