Idrissa Diarra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Idrassa Diarra wênesazekî afrîkî ye ku di 1969an de li Tomikoro, Peravê Diranfîl, Afrîkayê, hatiye ser dinyayê. Ew bi eslê xwe malinké ye.

Idrassa Diarra wênesazekî xwegihandî ye û ligel hin wênesazên din ên hevdemî mîna Augustin Kassy, Zéhirin û Losseni rewtekeke hunerî ya naîv li Peravê Diranfîl pêk tînin. Di sala 1986an de dest bi çalakiyên xwe yên hunerî kir û heta niha hem li Afrîkayê (Peravê Diranfîl, Gabon û Senegal) û hem jî li Ewropayê (Fransa, Belçîka û Katalonya) pişkdarê zêdeyî 40 pêşangehan bû.

Yek ji çavkaniyên wî yên îlhamê daristanên tropîkal ên Afrîkayê ye.

Idrissa Diarra niha (2014) li bajarê Grand-Bassamê (Peravê Diranfîl) dijî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]