James Joyce

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
James Joyce
Li Zürichê, 1918
Navê rastî
James Augustine Aloysius Joyce
Jidayikbûn2ê sibata 1882an
Mirin13ê kanûna paşîn a 1941ê (58 salî)
PîşeRomannivîs, helbestvan, rexnegir
Zimanê nivîsinêZimanê îngilîzî
NeteweÎrlendî
HevwelatîÎrlenda
Tevgera wejêyîModernîzm
Berhemên navdar
  • A potrait of the artist as a young man (novel, 1916; wergera kurdiya jêrîn, 1987)
  • Çîrokên Dubliniyan (kurteçîrok, 1914; wergera kurdî, 2013)
  • Ulysses, (novel, 1922)
  • Finnegans Wake, (rexne, 1939)
Şanenav
biguhêreBelge

James Augustine Aloysius Joyce (z. 2ê sibatê, 1882 li Dublînê, Îrlenda – m. 13ê kanûna paşîn, 1941 li Zürich, Swîsre) romannivîs, helbestvan, û rexnegirê wêjeyî yê navdar yê îrlendî ye ko wekî yek ji nivîskarên herî bi bandor yên sedsala 20ê dihê hesibandin.

Ew zêde ji ber romana Ulyssesê (1922) navdar e, ko awayekê nûdemanî anko modern yê Odîseya ya Homerî ye. Ji pirtûkên wî yên navdar yek jî komeka kurteçîrokan ya bi navê Dublînî ye. Romana wî ya bi navê Wîneyê Hunermendî Dema Hêşta Ciwan jî gelek navdar e[çavkanî hewce ye].

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

James Joyce di sala 1882an de li Dublîna paytexta Îrlendayê hatiye dinyayê.[1] Ew mezintirîn zarok ji 10 zarokên mayî yên bavê xwe, John Stanislaus Joyce û dayika xwe Mary Jane Murrayê bû. Di dibistanên navdar de xwendiye (Cizvît). Bavê wî herdem serxweş bûye. Debara mala xwe daye şerab û roj bi roj ji aliyê aboriyê ve paş ve diçin û dikevin zorê. Çiqas diçe malbat feqîr dibe. Zarokbûna wî di nav xîzantiyê de derbas dibe. Li Zanîngeha Dublînê ji xeynê dersê olnasî û felsefeyê dersên zimanê jî ditiye. Rojên betlaneyan de wextê xwe zêdetir bi pirtûkxwendinê derbas kiriye. Di komeleya wêje û dîrokê de rolekî aktîv girtiye.

Heyranê Henrik Ibsen bûye. Ji bo ku şanoyê wî bi zimanê wê yê eslî bixwîne zimanê norwêcî hîn dibe. Li ser lîstikên Henrik Ibsenê ceribandineke dinivîse. Piştê rojbûna wî ya hejdeh salî ceribandin tê weşandin. Ji ber vê serkeftinê hestên nivîskariyê di nava wî de zêdetir dibe. Joyce hem bi edebiyatê re mijûl dibe hem jî ji bo aboriyê dixwaze bibe bijîşk. Li Dublînê dikeve dersên hekîmtiyê. Paşê dev jê berdide. Rexnegirî dike, dersên zimanê îngilîzî dide. Joyce li dijî zewacê bûye lêbelê evîndarê Nara dibe (ji ber daxwaza keça xwe di sala 1931an de bi Nara re dizewice). Wê qanî dike û bi hev re ji Îrlendayê derdikevin û diçin Awistirya-Mecaristanê. Piştê vê diçin Romayê. Li wir mamostetî dike, li ser wêjeya ewropî dixebite û sembolîzm û realîzm bala wî dikişîne. Dema ku em bibêjin Dublîn Joyce tê bîra mirov. Têkiliya wêje û bajaran.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskarê îrlendî James Joyce di 13ê kanûna paşîn a 1941ê de li Zürichê (Swîsre), piştî ku rûviya wî hatibû qulkirin, li nexweşxaneyekê çû ber dilovaniya xwedê. Ew li goristana Fluntern ya Zürich veşartî ye.

Berhemên wî û wergerên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • A portrait of the artist as a young man (bingeha Ulysses ew berhem e) di vê berhemê de her du têgehên ku li dij hev in realîzm û sembolîzmê entegreyê hev dike. Ji pênc beşan pêk tê. Di 1987an de wergera kurdî ya bi navê "Wêney hunermend le tafî lawîda" li Bexdayê derket[2]. Wergera Azad Heme Şerîf e û çapa duyem di 2010an de derket.
  • Dubliners (1914), yek ji berhemên wî yên navdar e, ji 15 kurteçîrokan pêk tê. Li Dublînê mirovên ji rêzê, bêhêvî û jiyana wanê rojane ji xwe re xistiye mijar. Pirtûk di 2013an de bi destê nivîskar Ciwanmerd Kulek wekî "Çîrokên Dubliniyan" ji nav çapên Weşanên Lîs ve hate der[3].
  • 1915an de diçe Zürichê beşên ewilê berhema xwe yê Ulysses li wir dinîvîse. Ji aliyê aboriyê ve zoratî dikşîne. Çavên wî roj bi roj xirab dibe carinan jî qet nabîne. 25 operasyon derbas dike. Xebatê xwe yên herî xweş û bibezm di wan deman de dinivîse.
  • Finnegans Wake, behsa meyxanevanekî û jin û zarokên wî dike. Bi hevoka dawiyê pirtûk dest pê dike. Di pirtûkê de deh zimanan tevîhev kiriye.

Berhemên sereke yên James Joyce[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Boland, Rosita (16 hezîran 2010). "What does Joyce mean to you?". The Irish Times (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 18 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tebax 2020.
  2. ^ Kitêb 1976-1993 be zimanî kurdî (Böcker på kurdiska 1976-1993), Stockholms stadsbibliotek.
  3. ^ https://diyarname.com/news.php?Idx=8516