Joule

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Joule, wekî jûl an jî cûl tê bilevkirin, yekîna SI ya enerjiyê ye. Ev nav ji bo rêzgirtina li fizîkzanê navdar James Joule hatiye danîn. James Joule gelek li ser havildariya germa, kareva û karê mekanîkî kar kiriye.

Pênase[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek joule enerjiyek e ko dihêt mezaxtin an pêdivî ye ko bihêt mezaxtin da hêzeka yek niyotonî keristeyekî yek metirê di rasta hêzê da bilivînit. Bi yekînên bingehî yek joule ev e: yek kîlogram caran metir² dabêşî sanî².

Di karevayê de, her jouleyek ev e: karê pêdivî jibo veguhastina yek kûlombeka barê karevayî di cidatiyeka potansiyela yek voltî de.

Ramaneka dî ya jouleyê karê pêdivî ji bo berhemanîna şiyaneka yek watî bi berdewamî ji bo heyama saniyeyekê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]