Katie McGrath

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Katie McGrath
Katie McGrath
Jidayikbûn3ê kanûna pêşîn a 1983an (40 salî)
EsilÎrlandî
PîşeLîstikvan
Salên çalak2007 - îroj
biguhêreBelge

Katherine "Katie" Elizabeth McGrath (jdb. 3ê kanûna paşîn a 1983an li Ashford, County Wicklow, Îrlenda) aktrîseke îrlendî ye.

Jînengarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Katie McGrath ji zanîngeha Trinity College li Dublin perwendîşa dîroknasiyê qedand.[1] Ew dixwest ku bibe rojnamevana modeyê û ji bo kovara xwendekaran Image xebitî [1] heya ku ew karekî wek arîkarvana camedanî ji bo rêzefîlmê The Tudors wergirt.[2] Dema ku li The Tudors dixebitî, ew hatiye pêşniyaz kirin ku lîstikvanî bike. Ew wêneyan ji nûnerên Îrlendî re şand[3] û di beşa pêncemîn a sezona duyemîn a The Tudorsê de rolek biçûk wergirt.[2] Ew di sala 2008an de di fîlmên Eden û Red Mist-ê de jî derket pêşiya ku ew rola Morgana di rêzefîlmê Merlin de wergirt.

Katie McGrath di heman demê de li Channel 4 di fîlma pênc-beşî The Queen de xuya bû, ku jiyana Elizabeth II di rola Prenses Margaret a ciwan de nîşan dide.[4] Di sala 2011an de, ew di fîlma A Princess for Christmas de tevî Roger Moore lîst. Wekî din, ew rola Thelma Furness di dramaya fîlmî ya brîtanî W.E. de girt[5] û di sala 2012 ew di fîlmê Labyrinth dihat xuyandin.[6] Di sibata sala 2013ê de, ew tevî Jonathan Rhys Meyers di rêzefîlmê wêneguhêz a NBC ya Dracula dilîst û rola Lucy Westenra wergirt.[7] Di sala 2014 de, ew di fîlmê Jurassic World de, parçeya çaremîn a rêzêya Jurassic Park dilîst.[8] Her wiha ew di fîlmên Leading Lady û The Throwaways de jî lîst. Di sala 2015an de, ew sezona pêşîn a rêzefîlma Slasher kişand, ku tê de rola serlîstikvaniya a Sarah Bennett girt.[9] Weşandina destpêkê di adara 2016 de li DYA û di nîsana 2016 de li Kanada pêk hat. Ji sala 2016an ve, ew di rêzefîlma superlehengên Supergirlê ya CW ya amerîkî de ye ku wekî rola aliyê ya Lena Luthor li pêş kamerayê ye. Vê rolê ji sezona sêyemîn, ku di 2017an de dest pê kiriye, karekterek girîng bû ye.Projeyên din tê de muzîkala Buttons, ku di kanûna pêşîn a 2018 de hatiye derxistin[10], û fîlma King Arthur: Legend of Sword, ku di sala 2017 de hatiye derxistin.[11][12]

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Carey, Anna. "THE SORCERER'S APPRENTICE". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 kanûna pêşîn 2008.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ a b Johnston, Jenny. "From the wardrobe assistant to superstar: How Merlin actress Katie McGrath stole the show".
  3. ^ "She's magic". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 nîsan 2009.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ Holmwood, Leigh. "Five actresses to play the Queen for C4".
  5. ^ Love, Ryan. "Katie McGrath praises "fantastic" Madonna".
  6. ^ "KATIE MCGRATH plays ORIANE CONGOST". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 hezîran 2016. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 14 de no-break space character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ Idesheim, Rainer. "Dracula: Katie McGrath und Nonso Anozie verpflichtet".
  8. ^ Kit, Borys. "Judy Greer Joins 'Jurassic World'".
  9. ^ "Chiller and Shaftesbury Announce Start of Production and Cast for "Slasher"".
  10. ^ https://web.archive.org/web/20201019221035/http://buttonsthemovie.com/. Ji orîjînalê di 19 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  11. ^ McNary, Dave. "Charlie Hunnam's King Arthur Movie Pushed Back to March 2017".
  12. ^ "KING ARTHUR: LEGEND OF THE SWORD".