Keremê Seyad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keremê Seyad
Keremê Seyad (2018)
Jidayikbûn
Keremê Seyad

1ê kanûna paşîn a 1938an(1938-01-01) (86 salî)
gundê Hekoyê, qeza Talîn, Ermenistan
Mirin28ê adara 2021an(2021-03-28)
Ermenistan
HevwelatîErmenistan
PîşeRêveberê radyoyê ,Pêşkêşkarê radyoyê û nivîskar
Salên çalak1960 - 2016
biguhêreBelge

Keremê Seyad (z. 1938, gundê Hekoyê, qeza Talîn, Ermenistan – m. 28ê adara 2021ê Ermenistan), pêşkêşkar û rêveberê radyoyê Radyoya Êrîvanê bû.

Heyat û xebatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata wî sala 1918a ji ber zilmê, ji Qersê koçberî Ermenistanê bûne. Xwendina xwe li dibistana gundê Hekoyê temam dike.

Di sala 1938an de li gundê Hekoyê, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê "Bolşêvîkyan Droşov" de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe. Gotarên wî di rojnameyên Ermenistanên ên bi navê "Avangard", "Sovêtakan Hayastan", "Komûnîst" de tên weşandin.

Keremê Seyad hema wê malê de sala 1938'an li gundê Hekoyê hatiye dinyayê. Xwendina xwe di dibistana gundë Hekoyê di dehsaleya navîn de temam dike. Hela hê salên hînbûnê de wî li pêşeya rojnamevaniyê hez kiriye.

Keremê Seyad bi nivîsên xwe bi rojnama "Bolşevikyan Droşov" ve tê girêdanê û gelek nivîsên balkêş dide weşandinė. Riya rojnamevaniyê rûmet pêşiya wî vedibe. Nivîsarên wî di rojnamên "Avangard", "Sovētakan Hayastan", "Komûnîst" ên Komara Ermenîstanê û parên radyoya Yêrêvanê ên Ürisi, Ermenî, Kurdî de tên weşandin. Ji sala 1955'an de gelek mijarên wî li rojnama Kurdî a "Riya Teze de ronahî dibînin û di xeberdanên radiyoya Kurdî de tên belavkirin.

Radyoya Êrîvanê û rojnameya Riya Teze[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1960an de Xelîl Mûradov wî dawetê Radyoya Êrîvanê dike. Ew di sala 1960an de di Radyoya Êrîvanê de wek spîker dest bi kar dike. Bi gotina xwe ya "Yêrîvan xeber dide" jî tê zanîn.

Piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst aboriya Ermenistanê kete haleke nebaş. Di vê demê de Keremê Seyad di radyoyê de tenê ma. Vladîk Zadayan wê çaxê ji ber tinebûna xebatkaran xwestiye ku beşa kurdî ya radyoyê bide girtin, lê Keremê Seyad wê demê kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê jî dixe nav kadroya xebatkaran. Herçiqas birayê wî, wî û malbata wî ji bo îmkanên baş dawetê Rûsyayê kiribe jî ew neçûye Rûsyayê û xebatên beşa kurdî ya radyoyê daye dewamkirin.

Keremê Seyad bi qasî 5 salan jî di rojnameya Riya Teze de korêktorî kiriye, xebitiye. Ji xeynî wê korêktoriya bi dehan kitêban kiriye. Herwisa tevî xebatên hazirkirina fîlma kurdî a bi navê "Zerê" jî bûye.[1]

Ew heya 2016an tevî kurê xwe Tîtalê Kerem di Radyoya Êrîvanê de xebitiye. Lê piştî sala 2014an ji ber sedemên tendiristiyê xwe ji karên radyoyê vedikişîne.

Ji bo 50' mîn salvegera radyoxeberdanên Kurdî li Ermenîstanê, keda Keremê Seyad ji aliyê Serokkomarê dewleta Ermenîstanê û serokatiya radyoyé de bilind hatiye qîmetkirin. Ji aliyê serokatiya radyoyê ve ew layiqi prêmîya "Qelema zêrîn", hurmetnima û rewa bûye. Sala 2006'an Keremê Seyad ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê Robert Koçaryan de bi midala zêrîn ve hatiye rewakirinê û layiqî navê rojnamevanê Ermenistanî emekdar bûye.

Bona xebata bênavbir a salên dirêje adyoyê, Serokkomar Robert Koçaryan bi xwe Keremê Seyad pîroz kiriye. Lê sala îsal di 50 salîya xebata bênavbir a radyoyê de temam bû. Van rojên dawiyê serokatiya radyoya Ermenîstanê bona hurmeta Keremê Seyad civîn pêk anî. Di vê civînê de Kerem dîsan bi hurmt qedir giran hat rewakirin. Di derbarê şerê li dijî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê de, radyoyên dinyayê agahî didan. Guhê Keremê Seyad tim li ser radyoyê bû. Ewî her dem bi hisreteke xerîbiyê aliyê Başûr dinihêrî û difikirî, ka wê rojek bê, Kurdistan azad be û ew here elatê xwe bibine.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keremê Seyad di 28ê adara 2021ê de çû ber dilovaniya Xwedê.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kerem, Tîtalê (6 gulan 2011). "50 Sal Xebat Di Radyoya Yerîvanê De" (PDF). Agirî. 160: 10.[girêdan daimî miriye]Ev agahî ji aliyê kurê Kerêm Seyad Titale Kerêm ve hatiye şandin û ji aliyê min ve hatiye zêdekirin(Sara Kamala)
  2. ^ Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Kadrî Yildirim û Keremê Seyad kir

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]