Komeleya Nivîskarên Kurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2004an de bi navê Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi awayekî fermî hatiye vekirin. Ji sala 2007an û pê ve gotina PENê ji ser navê xwe rakiriye û têkiliyeke wê bi PENa Navnetewî re nemaye.

Her wiha, kongreya 8an a PENa Kurd di 18-19ê gulana 2013an de li Amedê hatiye amadekirin û di encama vê kongreyê de komîteya nû ya birêveberan hate hilbijartin ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tê. Di 2013an de serokê PENa Kurd Şêxmûs Sefer e, cîgira serok Bêrîvan Doskî û sekreter Kekşar Oremar in.

Dîroka Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê di sala 2004an de, li Amedê hatiye avakirin. Ji sedema nîqaşên li ser navê komeleyê û bi qasî 3 salan komeleyê bêhtir dema xwe daye ser nîqaşan jî gelek xebat di warê rewşenbîrî, nivîskarî û ramana azad de kiriye.

Dîroka Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Civîna yekê li Îzmîrê (2001)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêdiviya komeleyeke rewşenbîrî di heyva tîrmeha sala 2000î de, di "Civîna li Îzmîrê" de ji hêla Arjen Arî ve hatibû zimên. Di wê civînê de, (wê demê ev civîn wekî "Konferansa Îzmîrê" di çapemeniyê de cih girt) pêşniyaz bi yekdengî hatibû pejiradin û di heman rojê de Lijneya Amadekariya Damezrîner (Berken Bereh, Arjen Arî, Salihê Kevirbirî, Îrfan Amîda û nivîskarekî din ku niha navê wî nayê zanîn) hatine hilbijartin.

Nivîskarên Kurd ên bakur di wan salan de li malên nivîskaran civîn li dar dixistin û li ser pêwistiya avakirina Pena Kurd li Kurdistanê radiwestiyan. Di civîna 3ê tîrmeha 2004an de, li gor ku Roşan Lezgîn, Rênas Jiyan û Serkeft Botan dane xuyakirin, wan sê sal berî vê civînê li malan civîn li dar xistine û nîqaşa avakirina Pena Kurd li Kurdistanê kirine.

Civîna yekê li Amedê (2003)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avakirina Pena Kurd li Amedê, bi daxwaza Pena Kurd a Elmanya (Dûvre navê xwe kir Navenda PEN a Kurd) ku li Bakurê Kurdistanê buroyek bête vekirin hate destpêkirin. Bi vê armancê civîna yekem li Demir Hotela Amedê, di sermaweza 2003an bi rêveberiya Yûnis Behram pêk hatiye. Civîn di demeke wisa de pêk hatiye ku nivîskarên Kurd ji çar aliyên dinyayê hatine Konferansa Rojhilata Navîn û Pirçandiyê û gelek ji wan li Demir Hotelê diman. Di vê civînê de nîqaş bi piranî li ser gelo dê Tirkiye destûr bide navê Pena Kurd an na pêş de çûye û hemû beşdarvan li ser vekirina buroyeke Pena Kurd ku li Amedê were vekirin biryar stendine. Piştî vê civînê, Navenda Pena Kurd bi peyamekê diyar kiriye ku wan Edîb Polat, Serkeft Botan û Arjen Arî bi armanca amadekariya avakirina buroya Kurd Penê li Amedê peywirdar kirine.

Civîna diduyan li Amedê (2004)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi heman armancê civîna duyemîn di 7ê reşemiya 2004an de li Sendîkaya Tes-Îş a Amedê bi rêveberiya Hêvî Berwarî ku li ser navê Navenda Pena Kurd çûbû Amedê pêk hat. Di vê civînê de hin nivîskar dîtinên wekî Ne pêwist e em navê PENê bi kar bînin, em dikarin Komeleya Nivîskarên Kurd vekin anîne zimên. Di civînê de her kesî bi zimanekî eşkere got armanc ew e ku rojekê derfet çêbibin û navenda Pena Kurd li Amedê bi cih bibe. Biryar û hilbijartina dawî di vê civînê de bi cih hat.

Di vê civînê de rêveberiyek ji 7 kesan hatin hilbijartin: Edîb Polat, Sedat Yurtdaş, Suzan Samanci, Serkeft Botan, Yildiz Çakar, Samî Tan û Arjen Arî. Piştî serîlêdana fermî ya vê birêveberiyê li Bakurê Kurdistanê bi rengekî fermî Pena Kurd bi navê Kürt Pen Yazarlar Derneği ('Kurd-Pen Komeleya Nivîskarên Kurd) hate avakirin. Li gor rêbazên Komeleyê rêveberiyê di nava xwe de Edîb Polat heta kongreya yekem wekî serok hilbijart.

Kongreya yekê (2004)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pena Kurd a Amedê di 21ê gelawêja 2004an de kongreya yekemîn pêk anî. Di vê kongreyê de birêveberiyeke ku ji 7 kesan pêk tibû hate hilbijartin: Sedat Yurtdaş, Serkeft Botan, Yildiz Çakar, Orhan Miroglu, Abdullah Kaya, Receb Dildar û Edîb Polat. Li gor rêbazên Komeleyê rêveberiyê di nava xwe de Sedat Yurtdaş wekî serok hilbijartiye.

Heta niha bi dorê kesên ku serokatiya Komeleyê kirine, ev in:

Gengeşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêkê de (sala 2004) komele bi navê Kurd PEN Yazarlar Dernegi ango Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd hatibe vekirin jî, jgi sedemên berfireh ên hinek nîqaşan, di sala 2007'an de navê Kurd PEN hatiye rakirin û têkiliyeke wê bi PEN ê re nemaye.

Kongreya PENa Kurd a 18-19ê gulana 2013an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsên têkildar ji derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]