Komkujiya Kortekê 2011

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kortek, herêmeke ku li Başûrê Kurdistanê li herêma Qendîlê dimênê ye. Balafirên artêşa tirk di 21'ê tebaxê de devera Kortek a di navbera Qendîl û Ranyayê de bombebaran kir, di encamê de 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.[1][2][3][4] Pişte cenaze di 22'ê tebaxê de ji nexweşxaneya navçeya Ranya ya Silêmanî hate girtin û ji aliyê bi hezaran kes ve li gundê Golê hatin definkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rayedarên partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û hemû sazî û rêxistin Kurd ev êriş şermezar kirin. Her wiha rayedarên Herêma Kurdistanê mijar birin rojeva Ewrûpayê.

Piştî ev nûçe di hinek saziyên çapemeniyê de cih girt û bû rojev, Serfermandarî û Wezareta Derve ya Tirk daxuyaniyek da û îdîa kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk sivîlan bombebaran nekirine. Serfermandariya Tirk wêneyên ji peykê hatine kişandin ên cihên hatine bombebarankirin li çapemeniyê belav kir û îdîa kir ku ev wesayîta sivîlan ji aliyê balafiran ve nehatiye bombebarankirin. Lê Serfermandariyê derbarê ‘Ev 7 kesên sivîl çawa hatin kuştin’ de jî tu agahî neda.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ BALAFIRÊN ŞER ZAROK Û JIN JÎ DI NAV DE 7 SIVÎL KUŞTIN[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Dewleta Tirk komkujiya Kortekê înkar kir![girêdan daimî miriye]
  3. ^ Kandil’de siviller hedefte!: 1’i kadın, 5’i çocuk 7 kişi yaşamını yitirdi!
  4. ^ Türk Savaş Uçakları 4'ü Çocuk 7 Kişiyi Öldürdü., ji orîjînalê di 24 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2011
  • Malpera ANF (firatnewsagency)