Konferansa San Remoyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Konferansa San Remoyê

Konferansa San Remoyê piştî Konferansa Aştiyê ya Parîsê ji aliyê dewletên mitefîq hate durist kirin. Gelek dewlet û rêxistin tevlî vê konferansê bibûn.

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike [1]

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

  1. Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide
  2. Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike
  3. Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike.
  4. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:216