Kumbeta Silêman Beg a Xoşabê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kumbeta Silêman Beg a Xoşebê, avahiyeke dîrokî ya Wanê ye.

Di Xoşebê rojhilatbakûra goristana Gevirxan de ye. Tê texmînkirin ku ev tirbe ji aliyê Silêman Begê, ku ev kele jî çêkiribû, nîvê sedsala 17’an de hatiye çêkirin. Ev avahî li ser erdekî xar hatiye avakirin û bi qaîdeyekî goşeyî ve ji aliyê wê yên bakûrê hatiye bilindkirin. Rûbera serê kulehê devre ye û temamiya wê û nêzikî nîvê qubeya di hundir de ji herifî ye. Deriyê eniya bakûr ji derve û ji hundir de xistine nava çarçoveyek geometrîkî de, ji her sê aliyan jî bi awayekî cuda pace hatine vekirin.