Kuncî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kuncî
Riweka Kunciyê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Asterids
Kom: Lamiales
Famîle: Pedaliaceae
Cins: Sesamum
Cure: S. indicum
Navê zanistî yê latînî
Sesamum indicum
L.

Kuncî (sesamum indicum), riwekeke dexla, ji famîleya kunciyan e. Bejna wê 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Pelên wê 5-10 cm dirêj 3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.

Rengê kulîlkan spî yan jî peyazî ne, yên binevşî jî hene. Rengê fêkiyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkiya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin. Ji 50 %ê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kunciyan yên çandinî û bejî hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]