Letonya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Latvijas Republika
Komara Letonyayê
Letonya
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Dievs, svētī Latviju
Zimanên fermî Letonî


Paytext Rîga
Sîstema siyasî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Egils Levits
Arturs Krišjānis Kariņš
Rûerd
 - Giştî

64.589 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

1.920.000 (2019)[1] kes
36 kes/km2
Serxwebûn 18.11.1918
Dirav Euro
Dem UTC+2
Nîşana înternetê .lv
Koda telefonê +371

Letonya an jî Komara Letonyayê (fermî bi letonî Latvijas Republika, lîvonî Leţmō Vabāmō) welateke li Bakurê Ewropayê ye. Letonya ew yek ji welatên baltîk (Estonya, Letonya, Lîtvanya). Paytexta Letonyayê Rîga ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Letonyayê di 18ê çiriya paşîn 1918an de serxwebûna xwe îlan kir. Letonya di navbera salên 1940 û 1945an de ji aliyê Yekîtiya Sovyetê û Almanyaya Nazî ve hat dagirkirin. Piştî şer Letonya ket bin serweriya Sovyetê. Di 1991ê de Letonya serxwebûna xwe bi tevahî nû kir. Letonya di 2004an de bû endameke tam a Yekîtiya Ewropî.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Firehiya xakên Letonyayê li derên herî fireh bakur başûrî de 210 km û rojava rojhelatî de jî 450 km e. Rûerda wê 64.589 km² ye û tixûbên wê bi temamî 1.370 km ye. Tixûbên Letonyayê bi çar welatan re hene: Estonya li bakurê (333 km), Rûsya li rojhilatê (332 km), Belarûs li başûrê rojhilat (161 km) û Lîtvanya‎ başûrê (544 km) wê dikevin. Ew bi Deryaya Baltîkî li rojavayê (498 km) dorpêçkirî ye. Cihê herî bilind ê Letonyayê Gaiziņkalns e, bilindahiya wî 312 metre ye. 54% ji axa Letonya daristan in û 29% ji axa wê kêrî çandiniyê tê.[2]

Çemên mezin ên Letonyayê ev in: Daugava, Gauja, Venta û Lielupe. Gola wê ya herî mezin Rāznas e.

Herêmên Letonyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Letonya bi 10 bajarên dewletê (valsts pilsētas) û 33 herêm (novadi).

Gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Letonya bi gelemperî zimanên letonî û rûsî tên axaftin. Letonî zimanê dewletê yê welêt e û zimanê lîvonî li hin deveran zimanek fermî ye.

Li Letonyeyê 62% letonî, 27% rûsî, 3% belarûsî, 2% ûkraynî û polandî dijîn.[3]

Dînên Letonyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derbarê ayîna gelê Letonyayê de 80% xiristiyan (2011: protestan 35%, katolîk 24%, ortodoks 19%) ne; 19% ateîst û agnostîk in.

Herêmên Letonyayê (2021)

Bajarên mezin (2020)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Werziş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Letonyayê werzişa herî giring hokeya ser cemedê û basketbol in. Futbol û tenîs jî giring in.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]