Leşkerê Winda
Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,
tacgulekê dibin ser gora
Şervanê Winda.
Ger sibê
şandeyeke biyanî were welatê min
û ji min bipirse: Ka gora
Şervanê Winda?
Ezê bibêjim: Ezbenî,
li berava her coyê
li ser doşkê her mizgeftê
li ber deriyê her dêrê
her şikeftê,
li ser kevirê zinarê her çiyayî
li çiqê her dara daristanê
li Kurdistanê
li her bosta axê
li her geza esman...
xem nake, piçekî xwe bitewîne
û tacgula xwe lê deyne.
Ebdulla PEŞÊW