Lodek

Lodek
Kartutan
Lodek li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Lodek
Lodek
Koordînat: 38°59′13″Bk 39°45′52″Rh / 38.98694°Bk 39.76444°Rh / 38.98694; 39.76444
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDêrsim
NavçeMêzgir
NahiyeMoxindî
Bilindahî
1.420 m (4660 ft)
Nifûs
 (2011)
22[1]
Koda postayê
62800
Koda telefonê(+90) 428
Map
biguhêreBelge

Gundê Lodek yan jî Lodekan (bi tirkî: Kartutan) navê xwe ji ku digire çavkaniyek nivîskî hîna jî derneketiye. Lê li gorî hin îddayên gelemperî (anonîm), ji giyayên mêrg û herd (erd)a xwe werdigir e. Yanê ji giyayên ku ji bo zivistanê hatine lod kirin; girtiye. Di rastiya xwe de jî Lodekan, gundekî pir şîrin û şên bû.

Axa Lodekan gelekî bîtkel yanê suddar e. Hemû axa gund avî ye.Lodekan ji rojhilatê ve bi gundê Kûpikê, ji bakûr Qurqurik, li rojava Şîlk û başûr ve jî bi Gundê Dawalî ve hatiye dorpêçkirin. Gundê Lodek(an) rojhilat û rojava xwe ve vekirî; lê ji aliyê bakûr û başûr ve bi çiyan ve hatine parastin. Bakur ciyeyê Kurrê, lê başur jî Zimag hene.

Axa gund, li jor ji heta binê gund xwelî (ax)a reş ê. Ji wê pêve jî xweliya kil e. û Gund tevahî li ser zemîna kevir hatiye ava kirin. Lê hema ji bin malên gunde axa kîl

Gundên Lodekan, Kupik, Qurqurik û Şowag li gorî baweriya Elewîtî, pîr û raywer tên qebul kirin. Bi gotinek din, însanên van gundan ji xwe re dibêjin seyîd.

Li gorî niştevanên van her çar gundan, gelek cih û warên pîroz hene. Li Lodekan Kaniya Şaharê, Dara Pozik, Kaniya Kortê. Li Kupikê Qorî, Heyder Bawa, Tawur, Avdilmusa, Dara ziyaretê, Kevirê Kilîsê, Mezela Spî, Çavî, Kevirê Şîrê, hwd.

Di serhildana Dêsimê de her çiqas li vê herêmê aktîf têvlêbun tûne jî; piştî têkçuna serhildanê, ji van gundan pir kes bê dadgeh tên kuştin.

Ji ber sedema polîtîka fermî û şer gundî ji bilî du - sê malan tevahî barkirine û berê xwe dane metropolên Tirkiyê.

Di van sê çar salên dawî de bi xêra Hesenê Rizayê Bavikê disa vegera gund destpê kir. Her sal hejmara vegeriyan zêdetir dibe.

Lodek, jî kîjan tarîxê ve ji aliyê kêve hatiye ava kirin kes nizane. Lê li gorî îddîayên Lodekiyan gund, ji yan aliyê Bamasûr ve yan jî bi versiyonek din: lawên wî Weyîs û Kekil ve hatiye ava kirin. Bi rastiya xwe de jî li vî gundî, tenê du ezbet hene ku ji wan re: Seyweyîsan û SeyKekilan tê gotin.

Lodekiyan girêdayê Diwarê Moxindine ji hêla tradisyonê ve. Û xwe xwediyê wir dibînin. Lê ji ber ku li ser dergahê ji Ezbeta Seyweyîsan Mala Seyusên û brayê wî Seymemed hene zêdetir yê wî alî xuya dike. Lê ew derve wîsa xuya dike. Ji aliyê hiyerarşiya Olî (dîn) ve Lodekiyan di destê Seysawûnan de ne.

Seysawunî li gundê bi navê SEYIDAN rudinin.

Ji bilî wan wekî din tu ezbet yan jî eşîrek din tune. Ezbeta SEYKEKILAN, ji Bavên wekî Mala Mehemed, Mala Dinya, Mala Seybawê, Mala Mehemed, Mala Heyderê Qicik,Mala Musa (...) pêk tên.

Ezbeta SEYWEYISAN, ji Bavên: Mala Seysilêmîn, Mala Beyteş, Mala Îwikê, (ev beş wê dewam bike)

Li vê herêmê însan gelekî nermin. Heta hin gund hene ku, ji sed sal virve qet însanek ji ber pevçûnekî ne miriye û nehatiye kuştun. Gundê Lodekan jî ji 1967an vir de tu kesek li vî gundî ji ber sedemên eşîr yan jî sedemên şexsî nehatine kuştin.

Lodek, gundekî xwende ye. Gelek mamoste, endazyer û hwd. hene. Nifşên (generasyona) nu li metropolan bi gelemperî dixwînin.

Di salên dawî de gelek Lodekî derketine derveyî welêt jî. Ewropa: Elmanya, Fransa, Hollanda, Brîtanya, Swêd Canada çend ji wana ne.

(mijar wê bidone)

çavkanî: Dizgûn Deniz

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2011 22
2000 17
1990 59
1985 89

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 29 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2012
  2. ^ Yerelent, Kartutan, ji orîjînalê di 3 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2012