Mele Sîracê Xelîlî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mele Sîracê Xelîlî
Jidayikbûn1930
Gundê Xelîla
Mirin1982
EsilKurd
PîşeAlim
Dê û bav
  • Mele Ebdulhekîm (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Sîracê Xelîlî (jdb. 1930 Xelîla, Kerboran - m. 1983) di sala 1930î de li gundê Xelîla, yê navçeya Kerboran a bi Mêrdînê ve girêdayî, ji dayik bûye. Xelîla di nava eşîra Erebiya de gundê herî mezin e. Mele Sîrac zaroktiya xwe li Xelîla derbas kiriye. Navê bavê wî Mele Ebdulhekîm e. Mele Ebdulhekîm jî alimekî gelekî hêja bû. Ji malbata wan gelek alimên mezin derketine. Mele Sirac di sala 1971î de li gundê BehmûrêCizîrê dest bi melatiya fermî kiriye. Di sala 1974an de taîna wî çûye herêma Midyadê û li wê derê nêzîkî çar salan melatî kiriye. Di sala 1977an de dîsa hatiye Cizîrê. Li mizgefta Hz. Nûh wezîfe kiriye. Di sala 1982an de teqawid (malnişîn) bûye. Di sala 1983an de wefat kiriye.

Kitêb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê berhemên Mele Sîrac hene:

  • Mewlûda kurmancî
  • Gulcivîn
  • Dîwan

Mewlûda xwe bi zimaneki fesîh û zelal nivîsandiye. Ew mewlûda wî bi tîpên erebî li Nisêbînê hatiye çapkirin. Lê bele bi tîpên latînî nehatiye çapkirin. Gulcivîn li ser mijarên civakî û evînê hatiye nivîsandin. Berhemeke gelekî hêja ye. Zimanê wê jî gelekî şîrîn û sivik e. Ji xeynî van her du berheman, tê gotin ku Dîwaneke wî jî heye û li ser derd û kulen kurdan hatiye nivîsandin. Yanî ev berhemeke millî û netewî ye. Lê mixabin heta niha ev kitêb derneketiye holê. Tê gotin ku ji ber hinek sebebên eşkere, ev kitêb hatiye şewitandin an jî veşartin.

Helbesta ku di kitêba Gulcivînê de hatiye nivisandin;

Herkesê kû lê binêrê ew bi qelsîtî yeqîn, Herdu çavê wî wekî çavê çilîsta ro nebîn.
Ev du xet roja biharî jê di çin şewq û beraq Ma ne hêjaye kû em navê wê deynin Gulcivîn.
Hatin tecrubetiya Şêx Mominayê
Di peyra kitaba rustedar e, şîretê Loqmanê Hekîm ê gotine ji lawê xwere.

— Mele Sîracê Xelîlî