Mertoxe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Metoxe navê xwarineke çorsane û amadekirina wê hêsan e ye. Li Botanê, Serhed, Xerzan û gelek herêmên din navdar e. Helbet li tevahiya Kurdistanê jî tê zanîn.

Mertoxe bi taybetî di nav gerîllayan gelek bi nav û deng e. Lewra çêkirina wê hêsan e. Mertoxe û hesîde her xwarinên şervanên kurd bûne.

Şîraniyek, ji to (toxavk an toşîr, tûwik), rûnê nivîşk û arvan tê çêkirin. To û rûn di rûnbirêşkê (taweyê) de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin.

Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê, doşavî (şerbet) jî dikeve navê.