Mezopotamya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çemên Dîcle û Firat

Mezopotamya (bi yewnaniya kevn: Μεσοποταμία, lat. Mesopotamía), welatekî dîrokî ye ku rûerda wî di nav beşên Asyaya Rojavayî û Rojhilata Navîn a îro de û di nav pergala çemên Dîcle û Firatê de, li beşa bakurê Heyva Biadan e. Mezopotamya bi zimanê yewnanî tê wateyê nav du çeman. Navê Mezopotamya bi zimanê farisî Miyanrudan û bi zimanê aramî (suryanî) Beth Nahrin e. Kurdistan jî li bakûrê Mezopotamyayê ye.

Nexşeya erdnîgarî û bajarên Mezopotamyayê.

Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn împeratoriyên Sumer, Akad, Babîl, Asûran û Îranan hebûn. Mezopotamya çavkaniya olên herî mezin di cîhanê de ye.

Îro Mezopotamya di nav sinorên dewletên Tirkiye, Sûrî û Îraqê ye.

Mezopotamya, di neqebîna Dîcle û Firatê de, Kurdistanê bi sînorê wê hemûkî di nava xwe de. Dema ku dema şaristaniyan dest pê kir pê de, li vê herême gelek şaristan û pêşketinên weha derketin. Cizîra Botan, ku wê demê navê wê Gerzûbaqartan, ji dema Hurî - Mîtaniyan pêde mezin bi pêşket. Weke pirtûkxanaya Kurdistanê pêşket û weyne xwe di dîrokê de leyist.

Destpêk û dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mezopotamya ji dîrokê ve gelek gelê jihev cûda, yên ku bi hevre jîn dibûn, cihê wan bû. Di dîrokê de pir koçber lê bûna. Ji ber wan koçberan her timî di rêveberiya wê û pêşketinê wê de asteng derketine. Wan koçber û hatinan, ne hiştiye ku ew xatakê rastûrast di xwe de berdewam bike. Ev ji aliyê çandî ve jî wilo ye. Lê çanda wê ya ku pêşketi jî, bi hizrê xwe re pêşkeşî ji dîrok û mirovahiyê re kiriye. Gelek şaristanên mezin û bi nav û deng lê jîn bûna. Bi vê yekê re jî dievêt ku mirov ji bîr neke û bêje ku di cihanê jî bi van xosletên xwe re cihê herî ku tê nasîna. Demên şaristaniyan yên weke yên sumeriyan, aqadan, babilan, Gûtîyan, hurî û mîtaniyan, asuran, naîriyan medan û hwd jîn bûna. Ji xaynî van hê hele gelê û şaristanan li mezopotamya li kok dana.

Di deme dawi ya qaşayê de, hê ku dinye wilo zêde cemidi û mirovan jî ji wê cemidîbunê di revîn û dihatin, xwe di sipartine wir. Ji bo vê yekê hinek cihê ku mirov weke cihên bi cih bûna demên neolotikê jî bi navkê, li Başûrê Kurdistanê li ber çav dikevin. Piştre hin bi hin ku zûwabûn di axê de dibe, êdî hin bi hin li vê herême Kurdistanê çandin û bi herême Botanê re bi pêşdikeve. Li Bakurê Kurdistanê jî bi zêdeyî li derûdorê Amedê, li dora Rihayê weke cihên ku jê re Girê Mirazan li wan de, li Mezopotamya di demê neolotikê de bi cih bûn dibe. Bi vê yekê re, li başûrê Kurdistanê, li ber çiyê Çemalû hê li gelek deverên din şûnpê ji bo vê yekê têne xuyakirin.

Ta deme ku cotkirin pêşkeve, ahlkirin û çêrandin bibe, jiyana gundîtiyê pêşkeve û nivîs were kifşkirin û were bi karanîn li ber Dijlê, Firatê li ber keviyên Amede û li hin deverên başûrê Kurdistanê bi cîh bûn dibe. Di wan deman de jiyana bajartiyê bi pêşketina gunditiyê re bi pêşdikeve. Awayê bajaran derdikeve hole. Bajar hin bi hin şîn di bin. Bi pêşketina gundan re deme pêşketina bajaran dest pê dike. Pêşketina bajaran jî bi çêkirina xanî û malên weke ku li Govan têne çêkirin, derdikeve holê. Derketin û pêşketina bajaran li Kurdistanê, berî zayînê di naqabîna 6000 û 5500 wan de dibe. Di vê pêşketinê de bi qasî ku tê gotin to çanda bi awa derdikevin pêş çanda Abaîd û xalaf e.

Her weha piştî van pêşketinan, deme Urukiyan dest pê dike. Deme wan jî, deme şaristaniyê ya. Ev dem bi qasî ku tê fêhm kirin, di berî zayînê, di naqabîna 4500 û 3500 wan de xwe dide ber çavan. Ev dem, demeke di hizir û di deme şaristaniyê de demeke pêşketiya. Di wê demê de, li başûrê Kurdistanê mirov bigiştî bi pêşketiye. Pêşketina Urukiyan ne tenê di qada çandê de ye. Pêşketina teknolojiyê jî dinavde ye. Di deme Urukiyan de cotkariya avî û karên madanê û çandin û di qada tekonolojiyê de pir li pêşîn. Destana Gilgameş vê yekê radixe berçavan. Baziganî jî bi pêşketiya. Çûn û hatinaka mezin di wê de ji bo bazirganiyê li Mezopotamya pêşdikeve. Di wê demê de herweha nivîs jî pêşketiya û di qada rêveberî û dewlete de qeyd kirin jî dest pê kiriya. Ji kêvalbarên wê demê, mirov vê yekê fêhmdike. Başûr di vir de ji başûr zûtir û pêşketîtir e.

Sumeran, pêşketin û şaristaniya pêşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Mezopotamya, deme şaristaniyê ya pêşî, ku berî şaristaniyên din hemûkana û hîmê wan afirandinya Şaristaniya sumeriyana. Hem di nivîs, tendûrîstî, astronomî, matamatikê û hem olê, falê, afsûnê û di mîtolojiyê de yên derketina pêş û pergala civakê afirandina Sumerin. Li afirandin û tufanê pêşî mirov di wan de rastî wê têt. Di deme sûmeriyan de nêzikî 35 bajar hene. Ji wan nêzîkî 17an yên herî mezinin. Mînak; Kîş, Nîppur, kurda, Zabalam, Umma,Lagaş, Erîdû û Ur yên mezinin. Xwûdanan wan mezinin û bi navûdeng in.

Li Lagaşê, keyê hatî ser rêveberêyê Ur-nanşe bi çêkirina malan û xaniyan navda ye. Uruqagîna bi xwenûkirin (reformên) yên ku wî pêşî nivîsandina, derdikeve pêş. Lê di demên 2400 û 2350 ku hin bi hin bi ber ketinê ve diçê, êdî hin bi hin li Mezopotamya Aqadî derdikevine pêş û serwer dibin.

Aqadan û demên piştre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku bi koka xwe re Samî ne. Çand û hizre sumeriyan di xwe de bicih kirin û rûnandin. Piştî sumeriyan re yên ku bûna serwerê mezopotamya Aqadî bûn. Ji deme hizre hemde girtin û bûna pêşavaniyê deme hemdem. Aqadiyan her weha xurt dibin û ku weke wan bi koka xwe tê gotin ku Samî ne, bingihê mazinbûna babiliyan û Asuriyan dikin. Hizre sumeriyan pêş xistin. Ji wan zêdetir wan hizre keyitiye GERDÛN û DINYÊ afirand û bicih kir. Rêveberiya navendî cara pêşî di deme wan de di bin destekî de digihê hevdû. Lê di berî zayînê di 2150 de ku careke dî sumerî bi hêz dibin û mazin di bin û serwer dibin, êdî dawiyê li dewlete wan tênin.

Damazranê xanadana Aqadiyan Sargon e. Sargon ketiya 34 şeran de, li gor qeydan. Peytaxta xwe ya bi navê Agade avakiriya. Zanebûnên di derbarê wî de bi mîtilojiyê re tevlîhevin. Ê di derbarê wî de, têgihiştinekê didine mirov. Neviyê wî Naram-Sîn dişopa wî de meşiya û wî gelek şer qizinc kirina. Şervanekî mezin bûya. Piştî deme Naram-Sîn re yên ku dawiyî aqadan jî tênin, Gûtî ne. Gûtî, weke cara sêyemîn rabûna sumeriyan jî mirov bêne ser ziman. Hizre wan pêşketi bû. Di hizre xwe de û têgihiştine xwe de ew xwediyê têgihiştineke ku Hegel bi navê diyelektikê bi pêşxistiya bûn. Pişt wan re yên ku ew hizir û şopa wan berdewam kir jî, Naîrî bûn.

Sêyemîn xanadana Ur û demên piştre ta deme Medan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gutiyan li jiyana xwe ya civaknasî hizirîn û zêde di rêzaniyê de pêde neçûn, her ku serweri mezopotam gişti ji bûn. Lê di wê demê de xanadana Ur, ya deme sêyamîn di wê demê de jîn dibû. Wê ev fersend bikar anî û serweriya rêzani kire dest xwe de. Nêzîkî sad salî tê goin ku li ser rêveberiyê(b. z. 2100-2000)) man. Uran, bajarên xwe di wê demê de kirne yên ku ji aliyê rêzanî ve yên herî mezin û bi hêz. Di demên wan yên dawiyê de bi êrîşên hewirdorê kaldikevin. Dawiyê xanadana Uran, dibe dawiya sumeriyan jî li mezopotamya, ji aliyê rêzanî ve. Pişt wan re, êdî hêzên ku ne ji herêmê ne, serdestiyê digirine dest. Êdî serdestî ne keve destên wan de. Lê ji aliyê çandî û hizrî ve ew hertimî serdestin. Ew kifşdikin. Ji aliyê olî ve jî wilo ya.

Bi ketina xanadana Ur e sêyamîn re, êdî li bakûr Asur hêdî hêdî cih tişî dikin û li başûr babil derikevina pêş. Babil êdî li vir derdikeve pêş. Hûrî, di wê demê de, ew hêze wan ya ku zayîf bûyî, careke dî mazin dibe û serwer dibe. Bi derketina hûriyan re êdî her çend hêze babiliyan mazin hebe û serdest jî bin weke asuryan zêde wilo serwerî hemûkî nabin. Di wê demê de hê asur ne bi hêzên. Lê hin bi hin bi hêz di bin. Hurî û mîtanê hin bi hin mazin di bin ta sadsala 13. ji hêze xwe û serdestiya xwe ya li ser herême di domênin. Şer di van deman de pir çêdibin. Asur jî bi hêz dibin. Êdî di nav wan hêzan de şerê serdetiyê berdewam dike. Piştî sadsala 13 wan êdî hin bi hin naîri derdikevin. Ew ji serdestiya wan û weke wan berdewam dikin. Ta deme 800 wan ew ji serdestin. Pêşketina mazin bi çandi û teknolojikî bi wan re heya. Piştre Asurî dawiyê li serdestiya wan tênin. Lê ew dise li berxwe didin. Ew li berxwedan, nêzîkî di sadsalî ta deme Medan berdewam dikê. Medan bi şerkirina bi asuran re û têkbirina wan re serdesti bidest xistin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]