Mezopotamyaya Hexamenişî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Med û Faris Li Ser Babîliyan Biser Dikevin. Di sedsala 8 an de B. Z. Îşaya pêxember ji berê ve pêşgotinî kirî bû ku, wê Yehowa li dijî Babîliyan “Medan” hişyar bike, “bo wan qîmeta zîvê nîne û bi zêran vê dilê wan xweş nabin. Û dê bi kevanan ciwanan li erdê bixin” (Îşaya 13:17-19; 21:2). Bêjeya Med dikare li vir di heman demê de bo Farisan jî bê bikaranîn. Qîmetnedayîna zîv û zêr dikare li vir bi vê maneyê be ku, ew temamen li pey girtin û bidestxistina xenîmeta Babîle bûn, wan tu carî qîmet nedan diyariyên rişwetan, da ku ew ji hedefa xwe şaş bibin. Med û Farisan tîr û kevan bi gelemperî bi şêweya çek bikar dianîn. Carcaran medan kevanên xwe bi metal yanî tunc û bafûn yan jî bi sifir dineqişandin (Kerem kin bidib ber ayeta Zebûr 18:34 an). Herhalde „bona ku Babîlê helak bike“ û ciwanên wan hûr bike tîrên wan mîna refê çûkan û tava zîpikê difiriyan û diçirûsikîn, ji ber ku ew hatibûn birqandin da ku tîrên wan bikarîbûyan kûr di bedenê de biçûyan (kerem kin li ayeta Yêremya 51:11 an binêrin).

Di ayeta Yêremya 51:11, 28 an de padîşahên Medan tê gotin. Gotina Padîşahên Medan li vir bi mane û wateya ku, ew hêzên êrişî Babîlê bûn ku, di bin fermandariya Koreş de ew pirhêzên ku ya padîşah yan jî padîşahên Medan hebûn. Di wê demê de ev irf û edet gelek caran hebû. (Ji kerema xwe re li ayeta Yêremya 25:25 an binêrin). Ji vê sedemê ye ku, em dibînin Babîl bi destên leşker û hêzên yekbûyî, Medan, Farisan, Elamî|Elamiyan û hêzên ciranên din hat girtin. Padîşahekî medî ku navê wî Dara yan Daryûsê Med bû bi şêst û du saliya xwe bû padîşahê warê Kîldaniyan yan jî Babîliyan. Herhalde bi destê Padîşahê Koreşê Mezin Daryûşê ji nijada Medan li ser temamê Babîlê bû padîşah (Danîêl 5:31; 9:1). Kerem kin li Daryûşê yekem re binêrin.

  • Ji bilî nexşeya pêşîn ev agahî gişt ji pirtûka Insight on the Scriptures bi zimanê îngilîzî hatine wergirtin. Heqê van agahiyan tên parastin!