Mihri Belli

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mihri Belli
Jidayikbûn1916 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin16 tebax 2011 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Göztepe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêRespiratory failure li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêFeriköy Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Robert College
  • University of Mississippi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Partiya Karkerên Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Sevim Belli (1955–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Hayrettin Belli Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mihri Belli (jdb. 1916 li Silivri nêzîkî Stenbol; m. 16ê tebaxa 2011an li Stenbol) yek ji siyasetmedarên komunîst, çepgirên tirk bû. Li dijî serxwebûna kurdan bû, dixwest kurd bi tirkan re di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de bijîn. Herwiha bo kurdan federalî û xweserî jî zêde didît. Çareseriya "pirsgirêka kurd" di demokratîzekirina zagonan de didît. Ji ber wê ji aliyê gelek kurdan ve ew dihate rexnekirin.

Kemalîst bû yan sosyalîst?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata wî ji parêzgeha Rihayê çûye Stenbolê. Di koleja zarokên dewlemendan lê dixwînin, Robert Koleji de dixwîne. Li zanîngeha Stenbolê perwerdeya aborînasiyê dibîne.

Sala 1936ê diçe DYAyê li zanîngeha Mississippi perwerdeyê bidawî dike (sala 1939). Li Amerîkayê li ser marksîzm, tevgerên ciwanan û birêvebirina wan, îdarekirina komên karkeran, kontrol û birêvebirina çalakiyên sîvîl hwd perwerdeyên taybet dibîne. Ji bo çi van kûrsan dibîne û ji aliyê kê ve tên dayîn, îro jî ne diyar e.

Sala 1940ê vedigere Tirkiyeyê û tevlî partiya komunista tirk TKPê dibe. Di nava du salan de ji endametiyê dikişe komîteya navendî, 1942yê dibe endamê komîteya navendî. Gorî rêznameya partiyê ev ne gengaz e lê dîsa jî dibe.

1943–1944 wekî asîstent li Stenbolê cem profesor Fritz Neumark dixebite. Sala 1944ê li ser daxwaza Almanyayê li dijî TKPê û sosyalîstên tirk operasyon tên lidarxistin û Belli jî digirin. Herçendî endamê komîteya navendî û serokê rêxistina ciwanan Ileri Genclikê ye jî, tenê lê 2 sal ceza tê birîn û bo demekê di zîndanê de dimîne. Gorî hin îdiayan çend hefteyan di zîndanê de maye. Demekê derdikeve derveyî welat, têkilî bo rêxistinên yewnan re datîne. Heya sala 1960ê ne aktîv e.

Ji salên 1960ê ku li seranser cîhanê tevgerên ciwanan dadikevin lolanan, Belli jî bi kovara Aydınlık a Doğu Perinçek derdikeve meydanê. Bi Perincek û koma wê re li dijî Mahir Çayan û Deniz Gezmiş têdikoşe.

Di derbeya/cûntaya 12ê adara 1971ê pirraniya çepgir û komunîstan tên girtin lê Belli nayê girtin, derbasê Filistînê dibe. Wê demê hin komên çepgirên kurd û tirk li Filistînê ne. Cunta bidawî bû vedigere Tirkiyeyê, lê namîne, derbasê Ewropayê dibe.

Sala 1979ê di êrîşekê de auf Mihri Belli giran birîndar dibe. 1981ê disa derdikeve Ewropayê.Têkilî bi devedorên PKKê re datîne. 1996ê partiya ÖDP û 2002yê jî ya SDP dadimezirîne, tevlî damezrandinê dibe.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Eine Analyse der türkischen Linken (almanî)
  • Tirkiye: Struktur, pirsgirêka neteweyî (Türkiye: Yapı, Ulusal Sorun (tirkî-îngilîzî)
  • Min mirov naskirin (İnsanlar Tanıdım 1997)
  • Têbiniyên biyanistanê (Gurbetten Notlar 1998)
  • Şoreşa demokratîk a neteweyî (Milli Demokratik Devrim 1968)

Girêdanên dervê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]