Mistefa Gazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mistefa Gazî
PîşeNivîskar
NeteweKurd
biguhêreBelge

Mistefa Gazî (bi tirkî: Mustafa Gazi), (jdb. 1958 - 2017) nivîskar, lêkolîner û bestekarekî kurd e.[1]

Mistefa Gazî di sala 1958an de li gundê Şêxuliya Jêrîn ya bi ser Siwêregê ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Demeke dirêj e di warê ziman, zargotin û muzîka Kurdî de xebatan dike. Ew hem kilam û stranên Kurdî berhev dike û hem jî kilam û stranan çêdike. Di nav salên 1991-2003an de li Amedê dersên zimanê Kurdî daye. Di rojname û kovarên Kurdî de xebatên wî hatine weşandin. Kilam û stranên ku wî çêkirine ji hêla kom û hunermendan ve gelek sal in têne xwendin. Strana wî ya yekemîn car afirandiye "Evîndar im" e. Strana wî ya herî navdar "Xerîb im" e. Strana wî ya bi Tirkiya Diyarbekirê û di terza blusê de hatiye çêkirin "Fîsqaya" jî gelek navdar e. Kilam û stranên wî ji hêla kom û hunermendên wek Koma DDKD, Koma Pêşeng, Koma Azad, Koma Avreş, Koma Arjîn, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Şîlan, S. Metîn, Siyabend, Zinar Sozdar, Oruç, Şoreş, Selinay, Sabahattîn Xoce, Azad Bîlen, Yekbûn, Murat Kuçukavci, Alişan, İbrahim Nuhat, Ferhat Kanat, Engin Derya, Evin Beyaz, Ercan Kan û hwd ve hatine xwendin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên wî yên çapkirî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]