Mitirb

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mitirb, ji kesên ku amurên muzîkê lê didin bi gişti yên ku ribab (kemançe) lê dixin tê gotin. Gotin ji zimanê erebî derbasi kurdî buye. Berî îro li cem kurda kesên karê muzîke dikirin biçûk û kêm dihatin dîtin. Di heman demêde sazbend, daholvan, dervêş (li herêma torê kesê li def û erbanê dixê), kemançe û ribabsaz ev kêmayî vekî zirhekî girtine laşê xwe û bûne dijberê herî tûj ê sîstema feodal. Jiber gotinê wan kes nediêşandin li odê axa dijûn û sxêfên herî giran, zimandirêjî, devavêtin tenê haqê wan bû.

Li herêma Torê Mitirb ango muzîkvanên profesyonel an jî nîv profesyonel, di avakirin û belavkirina berhemên wêjeya devkî de rolê sereke dilîzin.

Gotina mitirb ji koka erebî ya gotina طرب (T.R.B) tê û wateya wê jî « bi liv û tevgerbûn » an jî « şabûn ». Duyemîn û çaremîn formên koka طرب (T.R.B) tê wateya çalakiya şakirinê, bi taybetî bi riya stranan. Bêjeya مطرب (MUTRIB) di wateya « muzîkvan » de tê bi kar anîn û mebesta gotinê ew kes in ku li amûreke muzîkê dixin an jî muzîkê dijenin (Wehr 1977 : 503). Lê ji ber kêmbûna çavkaniyan em nikarin gelek agahdariyan der barê kevneşopiya mitirbiyê li cem Kurdan bidin.

Pisporê folklora Kurdî Celîlê Celîl di sala 1982’an de berê xwe da bû başûr rojavayê Kurdistanê û li nav Kurdên Sûrî berhemên wêjeya devkî komkiribûn. Celîlê Celîl behsa saziya « Odeyê » û muzîkvanên profesyonel « mitriban » dike (Celîl 1989 : 12 – 24). Li gor Celîl li odeyan kevneşopiya levanînê û nihurandinê hebû. Bêyî odeyan afirandina berhemên wêjeya devkî ne mumkin e û ev berhem herwiha wê nikaribin ji nifşekî derbasî nifşê din bibin. Dîsa Celîl gelekî di cîh de destnîşan dike ku ode cîhê afirandin û guherandina van berheman e û ode yek ji şertên afirandin û vejandina berhemên wêjeya devkî ne. Wekî din hêjayî gotinê ye ku Celîl jî balê dikşîne ser têkilî û pêwendiya di navbera dengbêj û guhdaran. Xuyaya dema ku Celîl çûye herêmê ku mirov dikara çanda we û ya herêma Torê nêzî hev dikare bi nav bike, êdî kevneşopiya odeyê hêdî hêdî wenda dibe. Ji ber vê yekê Celîlê Celîl gazinan dike û dibeje wendabûna odeyan ji bo çanda neteweyî ya Kurdan wendayiyeke mezin e (Celil 1989 : 18 –19).

Helbet weke saziyeke perwerdeyê ji bo mitirb, dengbêj û hwd ode dibistanek bû. Bi sedan salan her wiha li odeyan gundî, eşîr û êl rûdiniştin, ji hevûdin re serpêhatî, stran, çîrok û şîret digotin. Li van odeyan herwiha mitirb jî rûdiniştin. Bi awayekî giştî ode saziyeke civakî bû ji bo kombûn û şêwrdanîna civakê.

Mirtibên ku Celîlê Celîl behsa wan kir û mitirbên Torê wisa xuya ye heman kevneşopî ne û ew bixwe jî carina mirtib û carinan mitirb dinivîse. Celîl pêşî rave dike ku herêma Kurd li bakur rojhilatê Sûrî beşek ji herêma Kurdistanê ye ku ew weke Mêrdîn – Cizîra Botan bi nav dike. Ev herêma ku herwiha li başûr rojhilatê Tirkiyê ye Torê jî digre nav xwe. Celîl mitirban weke muzîkvanên ku di dawetan de û di şahiyên din yên civakî de di nav de kemaçe, def, tembûr, zirne li curbecur amûrên mûzikê dixin û stranan dibêjin, dide nasîn. Dema ku Celîl çûbû herêmê ev kevneşopî hîn hebû û em dikarin bi dilekî ku hinekî hînikbûyî bêjin ku ev kevneşopî hîn jî li herêma ku em jî dê weke MêrdînCizîra Botan bi nav bikin dijî. Xuya ye ev kevneşopî mamosteyê ku mitirb fêrî gotin û pêşkeşkirina şer, dîlok û stranan kiriye. Bi xêra vê perwerdeyê mitirban dikarî û hîn jî dikarin debara xwe û malbatên xwe bikin. Li vir em dixwazin her wiha balê bikşînin ser vê yekê ku Celîl herçend gotibe ku ew ji gelek malbatên curbecur tên jî wî mixabin behsa van malbatan u cîhê wan di civakê de nake. Weke ku niviskarê vê gotarê ji bapîr u dapîrên xwe bihîstibûn Celîl jî dibêje ku mitirb salê çend hefteyan gund bi gund digerin û di berdêla pereyan an jî dexl de li amûrên xwe dixin û stranan dibêjin. Lê nivîsakarê vê gotarê bi xwe li herêma Torê şahidî kiriye ku mitirb dema bênderan digerin û li ser bênderan li amûrên xwe dixin u stranan dibêjin.

Li vê deverê hêjayî gotinê ye ku Celîl gelekî di bin bandora hunerê mitirban de maye u pesnê hunerê wan bi awayên cihê dide. Ew dibêje mitirb hostayên levanîn û nuhurandinê ne, ew herwiha hostayên komkirina bûyerên girîng yên gundan in jî. Ev jî dihêle em mafdar bighêjin vê encamê ku mitirb ne tenê hunerê heyî yên çand û kevneşopiyê fêr dibin û pêşkêş dikin, lê ew her wiha bi xwe jî bûyeran kom dikin, dinuhurînin û berhemên nû diafirînin. Mirov dikare bi hêsanî îddîa bike ku mitirbên jêhatî helbestvanên civakê bûn û ger kevneşopi bidome ew dê her helbestvanên civakê bimînin.

Nivîskarê Kurd Kendal Nezan jî gotina mitirb bi kar tîne. Nezan dengbêj û mitirban ji hev cihê dike. Li gor Nezan dengbêj keseki xwedî hiş û bîreke gelekî dewlemend e û hin ji wan jî li amûrine muzîkê dixin. Dengbêj hem helbestvan e û hem jî derhêner e. Ew ji dehma ve berhemên wêjeya devkî diafirîne. Nezan her wiha behsa mitirban dike û dibêje ew Bohemî ne û bi binyada xwe qereçî ne. Nezan wisa dewam dike û dibêje mitirb muzîkvanên nîv profesyonel in û di dawet û şahiyan de amûrên mîna def û zirnê lê dixin. Mixabin Nezan jî behsa cîhê wan di civakê de û di wêjeya devkî de nake; û ev cîhê gazinan ji nivîskarê vê goterê re dihêle ji ber ku behsa çavkaniyên nivîsa xwe nake(Nezan 1996 : 11 – 20). Her wiha em nizanin Nezan çawa gihiştiye wê encamê ku mitirb bi binyada xwe qereçî ne, ew tenê agahdariyên xwe li pey hev rêz dike.

Kurdnas Mehrdad R. Izady jî behsa hin muzîkvanên gerhok dike. Agahdariyên Izady balkêş in ji ber ku ev muzîkvan tenê li tembûr û kemaçê dixin. Lê navê van muzîkvanan mitirb nîne, navê wan şargar e. Ev yek dihêle ku em bifikirin ku kevneşopiya mitirban bi şêwazên cihê li seranserê Kurdistanê belav e. Izady wisa dinivîse :

« Muzîkvanên gerhok yên Kurd ango şargar destanan distrin ku di şeran de an jî di serhatiyên evîniyê de behsa qehremaniyan dikin. »

Izady dinivîse ku navê van destanan şarîga ne û mirov wan li tembûr an jî kemaçê dibêje. Izady îddîa dike ku şargarek gelek varyantên şarigayekê (yên mîna Memê Alan, Kela Dimdim) dizane. Li gor Izady rûmeta şargarekî girêdayî ferehbûna repertuwara wî ye. Berhemên şargaran her wiha gelekî balkêş in, ew destanên ku beşbeş li ber amûrêkî muzîkê û beş beş bêyî amûreke muzîkê tên strandin diafirînin û ev destan nîv helbestî ne û nîv pexşanî ne (Izady 1996 : 21 – 28).

Civaknas Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe ya bi navê Kultur û Edebiyata Devkî de behsa mitirban dike. Cizîrî navê hunermend li mitirban dike. Ew îdda dike ku berê hemû mîrîtiyên Kurdan û Axayên wan di dîrokê de xwedî mitirb bûn. Cizîrî dibêje mitirb bîra bûyer û qewmînên civakî – aborî û her wiha ên siyasî yên eşîrên xwe û yên eşîrên cîran tomar dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

http://www.iranistik.uni-goettingen.de/Cembeli%20Buch.htm Girêdana arşîvê 2006-04-12 li ser Wayback Machine