Muhemmedê Resûl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Muhemmedê Resûl an Muhemmedê kurê Resûl an jî Mele Muhemmedê Sawciblaxî yek ji alim û matematîknasê kurd yê sedsala 19'an e. Carna wek Îbnî Resûl jî tê naskirin.

Li ser cebîrê jî pirtûk nivîsiye û zanyarekê pir bi nav û deng yê wexta xwe bû.[1]

Bi xwe bi piranî bi berhema xwe a El-Cexmînî Şerhîne tê naskirin. Dawid Paşa wî dawetê Bexdayê kiriye ku ders bide talebeyan, Lê Muhemmedê Resûl qebûl nekir û xwest ku bixwe di medreseyên welatê xwe de ders bide. Piştî wextan diçe Stembolê digere û dizivire welatê xwe. Di 1830'an nexweş dikeve û bi vê nexweşiyê wefat dike. Gora wî li Mehabadê ye.

Ji ber perwerdehiya Muhemmedê Resûl gelek alim û zanyar gîhîştine, yek ji talebeyên wî Muhemmed Fewzî Zehawî ji bo wî gotiye: "Matematîk di destê Muhemmedê kurê Resûl de weke gog e û çewa bixwaze wisa dide lîskandin".[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tarîxî Suleymaniye r.281
  2. ^ Baba Merdûxê Ruhanî, Kürt Meşhurları Tarihi