Navê min Sor e (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê min Sor e (bi tirkî: Benim Adım Kırmızı) romaneke Orhan Pamuk e, ew xwediye Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2006an e. Romanê di sala 2003an de xelata International IMPAC Dublin Literary Award û xelata fransî ya Prix du meilleur livre étranger, û di sala 2002an de jî xelata îtalyayî ya Premio Grinzane Cavour wergirtin.

Kitêb ji aliyê Mistefa Aydogan ve li zimanê Kurdî hatiye wergerandin.

Navê min Sor e 
Wergêra spanî ya pirtûka bi sernavê Navê min Sor e
Nivîskar Orhan Pamuk
Sernavê xwemalî Benim Adim Kirmizi
Wergêr Mistefa Aydogan
Weşanxane DOS Basim Yayim

Lehengê serekî di romanê de mînyatûrîstekî Osmanî ye. Kitêb li ser kuştina nîgarkerekî ye û Orhan bi awayekî paşmodernane li ser babetî dinivîse. Orhan felsefe, evînî û sihrê têkhil dike û bi vegêrana neh rojên befrî yên zivistana sala 1591an pencereyekê li hukmê Siltan Miradê Sêyê vedike.