Newşîrwan Mistefa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Newşîrwan Mistefa
2007
Jidayikbûn1943, 22 kanûna pêşîn 1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin19 gulan 2017 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Silêmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKansera kezebê li ser wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Newşîrwan Mistefa (z. 1944, Silêmanî - m. 19 gulan 2017, Silêmanî[1][2]) siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd û rêkxerê giştî yê tevgera Goran a Başûrê Kurdistanê bû.

Newşîrwan Mistefa yek ji damezrênerê YNK'ê bû û heta berfanbara 2006'a endamê polîtburoyê û cîgirê sekreterê YNK'ê bû. Di sala di 2009ê de bi hindek hevalên xwe Tevgera Goran ava kir.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî bidawîkirina dibistanê Newşîrwan Mistefa diçê Bexdayê û li wir beşa zanistiya polîtîk dixwînê. Paşê vedigerê Silêmaniyê û di heftenameya Rizgarî de dixebitê. Di wê demê de bi çend kesên din re rêxistina Komala - ev rêxistin ji rêxistina Komala li Kurdistana rojhilat cûda ye - ava dikê. Ji ber van xebatê ew mecbûrî koçkirina derveyî welat tê kirin û diçê Viyanaya Awistiryayê û li wir hiqûqa navneteweyî dixwînê. Di sala 1975'a de serhildana kurdan li başûr di bin pêşengiya PDK'ê ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî dest pê dikê û Newşîrwan Mistefa bi Celal Talabanî û hin kesên din re dikevê têkiliyan ku partiyeke nû ava bikin. Weke encama van hewldanan Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) tê damezrandin û Celal Talabanî dibê sekreterê YNK'ê û Newşîrwan Mistefa jî dibê cîgirê sekreterê YNK'ê. Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Newşîrwan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.

Jiyana pêşmergetî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Newşîrwan Mistefa hem siyasetmedar û hem jî pêşmergeyekî jêhatî bû. Wî pêşengiya serhildanên kurdan yên salên 1976'a û 1991'a li dijî Rejîma Baasê kir. Di sala 1991'ê de wi weke fermandarê pêşmergeyan pêşengiya raperîna ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê kir. Ligel karên xwe yên politîk û leşkerî Noşîrwan Mistefa weke nivîskar jî dixebitê û çend pirtûk li ser doza Kurdistanê û dîroka çapemeniya kurdî nivîsandine.

Jiyana niha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di salên 2005'a û 2006'a de Newşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê Celal Talabanî ew hewldan bi ser neketin û Newşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di 5'ê berfanbara 2006'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê Çapemenî û Ragihandinê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Newşîrwan Mistefa niha xwediyê Kompanya Wişe, malpera sbeiy û rojnameya Rojname ye, her wiha ew amadekariya televîzyoneke satelî bi navê (Kurdish News Network Channel - KNN Channel) jî dike. Newşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe. Newşîrwan Mistefa weke nivîskar û siyasetmedarekî serbixwe li Silêmaniyê dijiya.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kurds and Ejams: A political history of Iranian Kurds Çapkirin 1992
  • From the Danaube shore to the Nawzang valley: Political events in Iraqi Kurdistan from 1975-1978 Çapkirin 1997
  • The fingers which break each other: Political events in Iraqi Kurdistan 1978-1983 Çapkirin 1997
  • Going around in circles: The inside story of events in Iraqi Kurdistan 1984-1988 Çapkirin 1998, ISBN 3-9806140-3-4
  • The Government of Kurdistan Çapkirin 1993, ISBN 90-900635-6-0
  • The emirate of Baban between the grinding stones of the Persians and Turks Çapkirin 1998
  • Xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî Kurdistanî ʻIrāq, 1984-1988, Çapkirin 1999
  • Kurdistanî ʻÊraq: serdemî qełem u muraceʻat, 1928-1931, Çapkirin 2000
  • Kêşey Partî w Yekêtî, Çapkirin 1995
  • Çend laper̄eyek le mêjuy rojnamewanîy Kurdî, 1938-1958: rojnamewanîy nihênî, Çapkirin 2004

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190520171
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 tebax 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 tîrmeh 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]