Obsesyon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Obsesyon an jî fikra sabit, di ramanan de kilîdbûn e. Hem di spîrîtualîzm, hem jî di derûnnasiyê de tê bikaranîn.

Peyva obsesyonê tê wateya kilîdbûn, cemidandin, matmayî bûn. Bi piranî di derûnnasiyê (psîkolojî) de tê bikaranîn. Nexweş nikare fikir, bîranîn, dîmen an ramanekî ku ew dîl girtiye ji mejiyê xwe derîne. Bo mînak mirov dikeve wê fikrê ku yek li pey mirov e û armanca wê xirabî ye.

An bûyereke nebaş piştî çendîn salan hêj di mejiyê mirov de zindî ye. An mirov hem dixwaze derkeve derve û hem jî naxwaze, herdu daxwaz jî sedî sed di giraniyekê de ne û mirov li cihê xwe dimîne, nikare bilive.