Oslo

Oslo
  • Bajarên paytext
Oslo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Mertal
Oslo li ser nexşeyê
Map
Oslo li ser nexşeya Norwêc nîşan dide
Oslo
Oslo
Koordînat: 59°54′48″Bk 10°44′20″Rh / 59.91333°Bk 10.73889°Rh / 59.91333; 10.73889
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletNorwêc, Yekîtiya Swêd û Norwêcê, Kingdom of Norway (1814), Denmark–Norway Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Oslo Municipality (1838–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Norwêc
  • Akershus
  • Quisling regime (1942–1945)
  • Oslo Municipality
  • Aker Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1048 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarMarianne Borgen (Socialist Left Party, 2015–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 454,12 km² (2020, landmass, girav)
  • 480,75 km² (2020, whole) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
709.037 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • UTC+1
  • Central European Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.oslo.kommune.no/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Oslo, paytext û bajarê herî qerebalix ê Norwêcê ye ku bajar hem ji wîlayetê û hem jî şaredariyê pêk tê. Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa Şaredariya Osloyê 709.037 kes, nifûsa devera mezin a bajêr 1.064.235 kes û nifûsa devera metropola Osloyê 1.546.706 kes e.[1][2]

Di dema serdema vikîngan de, herêm beşek Viken bû. Oslo di dawiya serdema vikîngan de di sala 1040an de di bin navê Ánslo de wekî bajarek hatiye damezrandin û di 1048an de ji hêla Harald Hardrada ve wekî Kaupstad yan cihek bazirganiyê hate damezrandin. Bajar di sala 1070an de dibe pîskopos û di bin serweriya Haakon V ya Norwêcê de li dora 1300an dibe paytext. Piştî ku di sala 1624an de, di dema padîşah Christian IV de, bajêr ji hêla şewatek mezin ve hate şewitandin, bajarek nû li nêzî Keleha Akershusê hatiye avakirin. Bajarê nû ji bo rûmeta padîşah wekê Christiania hatiye binavkirin. Bajar di 1ê çileya sala 1838an de dibe şaredarî (formannskapsdistrikt). Bajar di navbera salên 1814 û 1905an de di navbera Swêd û Norwêcê de bûye paytexta Norwêcê. Ji 1877an ve navê bajêr di nivîsên hikûmetê de wekê Kristiania hate nivîsandin. Di sala 1925an de piştî ku gundên bi navê Osloyê dikeve nava herêma bajarî, carek din navê bajêr wekê Oslo hatiye guhertin. Di sala 1948an de Oslo bi Aker, şaredariyek ku paytextê dorpêç dike û bajêr 27 qat mezintir dike ku bi vî rengî şaredariya Oslo ya nûjen a mezin derketiye holê.

Oslo navenda aborî û rêvebiriya Norwêcê ye û di heman demê de bajar navenda bazirganî, bank, pîşesazî û barkêşiya Norwêcê ye. Oslo navendek girîng a pîşesaziyên deryayî û bazirganiya deryayî li Ewropayê ye. Bajar xwedan gelek pargîdaniyên di sektora deryayî de ye ku hinek ji wan di nav mezintirîn pargîdaniyên keştiyê yên cîhanê de ne. Oslo bajarekî pîlot a bernameya bajarên navçandî yên Konseya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê ye.

Dîmenên ji Osloyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "De 10 største byene, tettstedene og kommunene i Norge". SSB (bi norwecî (bokmål)). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2023.
  2. ^ Askheim, Svein; Nafstad, Marcus (26 kanûna paşîn 2023). "Osloregionen". Store norske leksikon (bi norwecî).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]