Paul Heyse

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heyse, ji wênesaz Adolph Menzel

Paul Johann Ludwig von Heyse (jdb. 15ê adara 1830an li Berlin; m. 2ê nîsana 1914an li München) nivîskarekî Alman bû û sala 1910î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt.

Di malbateke dewlemend û întellektûel de jidayîk bûye. Gelek di bin bandora Goethe û Schiller de maye. Li cem roman û çîrokan gelek jî helbest nivîsîne. Ew bi çîrokên xwe yên kurt û bêhempa hate hezkirin. Di hunera nivîsandinê de dixwast ev ji xwe re wekî bingeh bigire lê gelek rexne lê dihate kirin. Berhemên wî yên herî navdar, "Tunnel über der Spree - Tûnela ser Spree re", "Kinder der Welt - Zarokên cîhanê", "Krokodil - Krokodîl, tîmseh" in.