Peqlewe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peqleweya li Anatoliyayê tê xwarin

Peqlewe (carinan, baqlawa, beqlewe yan jî beqlewa) şîraniyeke navdar e ku li Asya, başûrê Ewropayê û bakurê Afrîkayê bi heman navê tê zanîn û xwarin. Hin varyantên wê hene. Varyanta kurdî dişibe ya ermeniyan.

Li ser derketina vê şîraniyê gelek angaşt hene. Dewleta Romê (Tirkiye) peqlewe jî wekî tevahiya xwarin-vexwarinên ereb, yewnan, kurd, faris, balkanî ûêd, bi navê "xwarin-vexwarinên tirk" bipatent kiriye. Tirk îdia dikin ku ev jî ya tirkan e.

Di zimanê ermenî de bax tê wateya "dema rociyê, rocîgirtinê". Tê gotin ku navê peqleweyê ji du bêjeyan e, bax û helaw (an halwa). Ango "helawa rociyê". Hin zanayên ereb gotine ku navê wê bi erebî ye, ji baqla (baqil) û halwa (helaw) pêk hatiye, di wateya "helawa baqilê" ye.

Tirkan xwarina baklava dîtin

Tirk jî dibêjin navê wê ji lêkera baglamak (girêdan) e, di wateya "şîraniya tê girêdan".

Lê pirraniya zanayan dibêjin ku ev ne ji tirkan derketiye, lewra gelên koçber tevahiya xwarin-vexwarinan ji yên xakecihî (akincih) digirin, derfeta û jiyana wan rê nade ku xwarinên pirr tişt dikevinê û teknîkên pijsandinê divên, bidin ser.

Şîraniyeke rû peqpeqî ya hevîrê ye. Standardeke wê nîne. Di peqleweya Meledîyê de ev hene: Şikevaya tenik, fistixa Dîlokê, behîv, findix, gûz, doşaviya hingivê.

Varyantên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]