Pevratiya welatî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pevratiya welatî (bi îngilîzî "civil union", "civil partnership" an jî "registered partnership" ) cureyekî pevratî ye û hin welat vê pevratiyê mîna zewacê bi riya fermî nas dike û dide tomarkirin. Pevratiya welatî maf û berpirsyariyên mîna zewacê (di welatin de wekî zewacê) dide cotên hevzayendan. Ji 1989an vir ve li Danîmarkayê pevratiya welatî (registreret partnerskab) bo hevzayendan dihat qeydkirin ku li cîhanê ev cara yekemin bû.[1]

Hin welat, herêm an jî parêzgehan mîna Quebec, Nû Zelenda û Ûrûguay, ji bo coteyarên heteroseksuelan jî derfeta pevratiya welatî didin. Pevratiya welatî ji aliya hin kesan ve ji ber ku ne statuya zewacê ye tê rexnekirin.[2]

Naskirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta nuha li Almanya, Andorra, Awistirya, Keyaniya Yekbûyî, Çekya, Danîmarka (Grînlenda jî), Ekuador, Fînlenda, Fransa, Îrlenda, Swîsre, Kolombiya, Lûksembûrg, Mecaristan, Slovenya, Ûrûguay û Nû Zelenda li tevayiya welêt hatiye qanûnîkirin.

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.nytimes.com/1989/10/02/world/rights-for-gay-couples-in-denmark.html
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 8 îlon 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Grêdanê derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]