Peşte

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şîrovekirinek Mirina Reş a Peştê (1411)

Peşte, laşhelîn an mirina reş (navê zanistî yê bi latînî: Yersinia pestis) nexweşiyeke mîkrobîk e.

Di serdema navîn, di salên 1347-1353 de bûye sedemê yek ji sê parên niştecihên Ewropayê. Herwekî li Ewropa bi navê "Mirina Reş" hatiye binavkirin. Bi kurdî ji vê nexweşiyê re peşte yan laşhelîn tê gotin. Di çanda devkî ya kurdî de li ser peşteyê gelek tişt tên gotin. Kivşeye zemanekê li Kurdistanê jî bi neyîni navdar bûye.

Herçendî dermanên nûjen pêşî li vê nexweşiyê girtibin jî, dîsa li welatên xizan tê dîtin. Agahî nîne ku li Kurdistanê xwe dide der an na. Nexweşî têger (bisaw) e.

Vê nexweşiyê di çand û wêjeya Ewropa de cihekê mezin girtiye. Bi navê peşta bûbonîk, pnomîk, gastroîntestînal û septîsemîk cureyên wê yî sereke hene.