Pûl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yekemîn pûlê cîhanê ev pûlê bi navê "Penny Black" bû, di sala 1840'î de li Îngilistanê derket.
Yekemîn pûlê Kurdistanê di sala 1923'an de derket.
Albûmeke pûlên postayê

Pûlê postayê an pûl an pol an jî pîl, perçeyeke kaxizî ya çargoşe û biçûk e, li ser aliyekî wê wêne û nivîs neqişandî ne, wekî giroveyeke fermî li belgenameyan û zerfên nameyan didin.

Pûlê pêşîn ê cîhanê di sala 1840'î de li Brîtanya derketiye. Li Kurdistanê jî di sala 1923'an de hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî pûlê xwe yê pêşîn derxist.

Pûlên postayê, bi taybetî yên kevn, dihên berhevkirin û ji berhevkirina pûlan re dibêjin Pûlhezî û ji berhevkarên pûlan re jî pûlhez.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]