Qedayîfa rêsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qedayîfa rêsî

Qedayîfa rêsî, cureyeke qedayîfê ye, li Amed, Xerzan û Botanê tê çêkirin. Hewceyê gotinê ye mirov bêje, qedayîf di pêjgeha ereb û pêjgeha asûrî de herwiha cih digire.

Berkeliya (melzemeyê) qedayîfa rêsî ya Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 300 gr fistiqa Dîlokê
  • 200 gr rûnê ava wê hatiye darivandin, girtin
  • 1 kg qedayîf

Bo doşaviyê;

  • 1/2 kg av
  • 750 gr şekir

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şekir û avê tevlîhev bikin, bo doşaviyê bidin ser agir, kel pê ket, bi qasî 2 deqeyan jî bihêlin û ji ser agir bigirin.

Fistiqan bixaşînin, qalikên wan bigirin, bidarivînin, ziwa bikin. Qedayîfên rêsî li ser maseya pêjgehê raxînin, fistiqan tevlî bikin. Pê seriyên qedayîfa rêsî bigirin, badin.

Qedayîfa wekî werîsê bûye, bînin ji nava sêniya firneyê ve berî bi dorê bialînin (fetilandin, giloverkî gerandin, spîral). Ango wekî fesalî (kilor)ê bikin.

Rûnê bihelînin, hinekê germ bû, berdin ser qedayîfê, li ser agirdankê (manqel, mantêz) binê qedayîfê bipijînin. Rûnê wê bidarivînîn, qedayîfê wergerînin, alngo aliyê pijiyayî bidin jor, rûnê wê dîsa berdin serê, aliyê din jî bipijînin. Rûnê zêde bidarivînin.

Doşaviyê bi germî berdin ser qedayîfê (ango qedayîf sar nebûye, berdinê). Dîsa bidin ser agir, hinekê din jî bipijînin. Bila ne pirr be, bi qasî 5-10 deqe.

Ji ser agirdankê daynin, bihêlin bila sar be û bînin ser destexaneyê (sifre), servîs bikin.