Qulpok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qulpok, qulpik, çepilok, çepilk cureyeke quşxaneyê ye. Ji beroşê mezintir, ji sîtilê biçûktir e. Carnan bi beroşê re tê tevlîhevkirin. Ji beroşê mezintir û kûrtir e.

Di malbatên mezin de, şîn û dîlanan de, bi sîtil, distan ve tê bikaranîn. Di zimanê kurdî de gorî mezinî û kêrbariya xwe her quşxaneyek, navekê digire. Ev jî dibe sedemê tevlîheviyan. Wisa bûye ku li her deverekê Kurdistanê quşxane bi navekê bê navkirin.

Navê vê firaxê yê giştî quşxane ye. Quşxane herwiha ji quşxaneyên normal (ne mezin ne jî biçûk) ên di jiyana rojane de tên bikaranîn re jî tê gotin.

Cureyên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]