Reco

Reco
Kargêrî
Welat Rojavayê Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Heleb
Navçe Efrîn
Demografî
Gelhe 4000 kes
Erdnîgarî
Koordînat 36°40′32″Bk 36°39′48″Rh / 36.67556°Bk 36.66333°Rh / 36.67556; 36.66333
Bilindayî 570 m
Reco li ser nexşeya Rojavaya Kurdistanê nîşan dide
Reco
Reco
Reco (Rojavaya Kurdistanê)
Map

Reco (yekcaran jî Raco[1], Recê, Racu, Radjou, bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Rajo; bi erebî: بلدةراجو, مركز ناحية راجو‎) bajarokekî li ser girekî zinarî û hewreyî ye di orta bilindiya Baylan de li Çiyayê Hawarê, beşekî bilind e ji Çiyayê Kurmênc (Kurdaxê) ye, û bi qasî 585 meteran bi ser asteya behrayê ve dikeve; ferehiya devera Reco (yanê bajarok bi 65 gund û baxçe yan Baylanên derdorê wê ve) bi qasî 352 kilometrên ciwarkuşe ye. Li Reco di roja şemiyê ji pir zû de de bazarekî mezin çêdibe, şêniyên gundên derûdora wê dihên wir, kirîn û firotanan, yanê karên bazariyên xwe li wê derê dikin. Hejmara nîştewanên Reco berve 4.000 kesan ve diçe. Di Reco re ji sala 1912 rêza trêna Berlîn-Bexdayê derbaz dibe. Gundên bi nêzîkî li derûdore Reco ev in: Hec Xelîl, Kûra, Atmana, Maseka, Mûskê, Memila, Hopka û Banîkê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dr. Abdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]