Rewdneîm (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rewdneîm pirtûka Ebdurehmanê Axtepî ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestekî li ser jiyana Muhemmed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Muhemmed Pêxember a Mî'racê beyan dike. Lê belê di nav wan helbestên olvanî de, Axtepî hin car pênûsa xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan jî.

Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku Şêx Ebdurehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Zeynelabidin Zinar ew di 1965-66an de li ba Ebdurehmanê nebiyê wi dîtiye.

Di pirtûkê de 35 beş hene. Babeta her beşekê jî cuda ye û 4531 beyt in. Wek kêşa Mewlûda Melayê Bateyî, malikên Rewdneîmê jî tev bi yazdeh kiteyan dikişin, rewan in, bi kêş û qafiye ne. Her du rêz, bi eyni tîp qafiye ne, bi zarekî şêrîn û bi nikleka pir xweş li pey hev didomînin.

Şêx Ebdurehmanê Axtepî, çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 1302yên hicrî (li gorî salnameya mîladî 1884) de nivîsiye.

Belam helbestên Rewdneîmê, çendî ku tê de gelek peyvikên erebî û farisî jî hene, lê belê bi kurmanciyeke pir zelal û hêsan, hatine honandin. Herweha tê de gelek peyv û bêjeyên kurdî yên kevnare jî hene ku niha zêde nayên bikaranîn.

Ev pirtûka hêja, li Kurdistanê du caran (bi elîfbêtika erebî) çap bûye. Cara pêşî, di sala 1966an de bi destên mele Ehmedê Qoxî li çap bûye. Lê bi derketinê re, dewleta Tirk dest daniye serê û nehiştiye li nava xelkê belav bibe. Cara diduyan jî, di 12'ê adara 1986'an de, bi destê mele Zeynelabidînê kurê mele Remezanê Amedî (Diyarbekir) çap bûye. Herweha wî li serê şerhek jî nivîsiye û malikên wê bi zimanê erebî şirove kirine. Çapa Qoxî 240 rûpel in û ya Amedî jî 534 rûpel in.

Di sala 1988 an de, Zeynelabidin Zinar piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya M. Emîn Narozî, Rewdneîmê ji tîpên Erebî veguheztiye tîpên latînî û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e.[1]

Me ev çendî lefzê şêrîn çêkirin
Zebanê tirkan me pê jêkirin

— Axtepî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ebdurehmanê Axtepî, Rewdneîm, Kurdî, Sverige/Stockholm, 1991, 440 rûpel, ISBN 91-830062-0-0. Tîpguheztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.